NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li dijî çeteyên Firqet El Hemze çalakiyek kirin.
HRE li ser çalakiyê ev daxuyanî da: “Di çarçoveya çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de kuli Efrînê û derdora wê bicîh bûne lidar dixin, didomînin. Di çarçoveya van çalakiyan de;
Di dîroka 15’ê Nîsanê de, şervanên me li gundê Kîmarê ya girêdayi navçeya Şêrewa li diji wesayîteke leşkeri ya girêdayi koma çete Firqet El Hemze çalaki lidar xistin. Di encema çalakiyê de 1 çete hate kuştin 1 jî birîndar bûn.