KOBANÊ – Gefên dewleta dagirker a tirk û serçete Erdogan li hemberî Şoreşa Rojava didomin. Serçete Erdogan dema dixwaze rojevê biguherine gefan li dijî Şoreşa Rojava dixwe.
Ev gef di rastiyê xwe de ne wusa ne. Bi wan gefan dixwaze gel bitirsine û wan teşfikî penabertiyê bike. Her wiha bi wan gefan peyama dide dewletên navnetewî. Çiqas artêşa dagirker a tirk jî Şoreşa Rojava û ji hêzên wê ên leşkerî ditirise di liv û tevgerên wan li ser sinor tê xuyakirin. Ev yek di dimenên ku li ser sinor hatine kişand zelal xuya dike. Artêşa dagirker a tirk li ser sinor xendek û tunelan ji bo xwe tê de vêşêre dikolin.
Di pêvajoya çûyî li Kantona Cizîr artêşa dagirker a tirk dest bi kolandina xendek û tunelan kiribû. Niha jî li ser sinorê Kantona Kobanê li hemberî gundê Eşme ku Tirba Suleyman Şah li vî gundî yê li beramberî gundê Korelî ku niştecih hene, li ser sinorê Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê li gundê wê yê Aşmeya jorîn û li gunde Goktepe ku erd û noxteyên leşkerî hene li dora wê xendek dikolin. Disa li derdora noxteyên Kulubê bi lez û bez xebatên kolandina xendekan didomin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî ku me bi dest xistine, dewleta dagirker a t.c bi xendekan sinordar namînin û li cihê nêzî sinor di saetên evarî de li biniya noxetyên xwe dest bi kolandina tunelan kirine. Li seranserê rê jî xendek tên kolandin. Mekineyên kar û wesayitên zirxî tevahî rojê li eraziyê tê ditîn û di evaran de leşkerên dagirker bi birca ronîdankê dixebitin.
NC – Hamza Munzur