QAMÎŞLO – Radyoya ciwanan ya Dengê Cudî ku li bajarê Bakurê Suriyê li Qamîşlo weşana xwe pêşkeş dike, amadekariyê xwe ên dawî ji bo weşana nû dikin. Ciwanên Bakurê Suriyê bi derfetên xwe radyoya Dengê Cudî di destpêka Şoreşa Rojava de avakirbû û wê dîsa li ser pêla 101.5 di demek kin de dest bi weşana xwe ya nû bike.
Rêveberiya Dengê Cudî Hilbar Ereb di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya Dengê Cudî û diyar kir ku ev radyo di Şoreşa Rojava de radyoya destpêkê ye ku bi zimanê Kurmancî weşana xwe kiriye. Hilbar Ereb got: “Ev radyo bi keda şehîdan hatiye avakirin û pêwîste em wek ciwan jî li vê kedê xwedî derkevîn.”
Hilbar Ereb bal kişand ser lîstokên dewleta dagirker a Tirk ku dixwazê xebatê wan astenk bike wiha dibeje: “Dewleta tirk radyoyê cuda vedikin û heman frakansa didin radyoyê xwe ji bo astengî û pirsgirêkan derxe ji xebatê me derxe.”
Endamê Dengê Cudî Rodî Hesen jî derbarê perwerdeya xwe, poltîtîkayên weşanê û ji bo weşana nû got ku ew ê bi bernameyên cuda û tarzekî cuda xitabî ciwanan bike û ji pêvajoyê re bibin bersiv. Rodî diyar ku ew ê bernameyên ciwanan, bernameyên ji bo girtiyên siyasî ên li zindanan, bernameya rexe û rexnedayîn, bernameya jinên ciwan û nêrînina ciwantî ji bo gohdarvanên xwe amade bikin.