NAVENDA NÛÇEYAN – Di saetên êvarê de di Hewuza Melevanî ya Saziya Werzişê ya Helebce de ciwanek temen 22 salî yê ji gundê Qeregulî ya ser bi bajarokê Warmawa, demaku xwest di hewuzê de melevanî bike xeniqî.
Têkildarî buyerê Berdevkê Rêvebertiya Polîsên parêzgeha Helebce Raıd Berzan Osman got; “Cenazeyê wî ciwanî ji bo lêkolînê şandine tiba edlî ya Helebce û li cihê bûyerê jî tîmên lêkolînê di derbarê sedemê mirina wî ciwanî de lêkolîn dikin. Yek ji kesên ku perwerdekar ên li ser hewuzê jî li ser daxwaza dadgerê lêkolînê hatiye binçav kirin.”