EDENE – Li Edeneyê, polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê Bûrhn Erol birin avahiyekê û gef lê xwarin. Di Newroza îsal de jî ji ber Erol şal û şepik li xwe kiribûn polîsan nehiştibûn têkeve qada Newrozê û ew binçav kiribûn û derb kiribûn. Polîsan ew birin înşeatekê û gef lê xwarin. Erol, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.
Erol, diyar kir ku ciwanên HDP’î tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Erol, diyar kir ku di Newroza li Edeneyê de ji ber şal û şepik li xwe kiriye polîsan ew binçav kiriye û derb kiriye. Piştî ev yek bi çapemeniyê re parve kiriye, zext û zoriyên polîsan zêde bûne.
‘LI BER ALAYÊ TU YÊ ÇOK BIŞIKÎNÎ’
Erol, anî ziman ku hefteya borî wexta saet li dor 23.00’yan li Taxa Şakîrpaşayê bi duçerxeyê digeriya polîsan ew daye sekinandin û piştî nasnameya wî kontrolkirin heqaret lê kirine û paşê polîsan bi spreyê li ser dîwar ala xêz kiriye û jê re gotine “tu li ser van dîwaran nivîsan dinivîsînî? Em ê bikim ku tu li ber vê alayê çok bişikînî.” Erol, birine înşeateke vala.
Erol, diyar kir ku polîsan ew biriye qata dudoyan a înşeatê û jê re gotine: “Baqil be. Tu nikarî bi dewletê re derxî serî. Ez ê di te, di hêza li pişte, rojnameya ku nûçeya te çêkiriye…” Erol, got: “Piştî heqaret kirin û ez derb kirim ez çûm. Ji ber vê bûyerê derûniya min xirab bû. Êdî nikarim dakevim kuçeya mala me jî lê ye.”