NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk tên, 11’ê Nîsanê li Wanê greva birçîbûnê ya bi dorveger dest pê kiribû. Grev bi koma sêyemîn didome.
Koma sêyemîn ji 11 kesan pêk tê û wê sê rojan di grevê de be.
Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê şanogeran hunera xwe pêşkêş kirin û hunermendên ji Navenda Çandê ya Serhedê stran gotin.