WAN – Yekîneya Tolhildana Şehîd Zamanî di daxuyaniya xwe de got ku “Di çarçoveya pêngava tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, hêzên me gelek çalakî li dar xistine.”
Komê diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin û greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan silav kirin.
Yekîneya Tolhildanê bîlançoya çalakiyên xwe yên sê mehan eşkere kirin. Bîlançoya çalakiyan wisa ye:
“Li Taxa Xaçortê ya Îpekyolûyê yekîneyên me yên bi navê Şehîd Roj û Şehîd Zîlan wesayîta polîsên sivîl a Hyûndaî î20 tespît kirine û çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de yek jê bi giranî du polîsên dijmin birîndar bûne. Dijmin birîndarên xwe bi wesayîta zirxî birine.
*Li taxên Bostanîçî, Şafak, Karşiyaka, Yenî Mahalle û Xaçortê yên Îpekyolû li ser dîwaran nivîs hatine nivîsandin.
*Li taxa Cevdet Paşa ya Îpekyolûyê ji bo Rêber Apo û Leyla Guven xebatên stîckerê hatine kirin.
*Li taxa Yenîmahalleyê pankarta tecrîdê bişkîne û faşîzmê hilweşîne hatiye daliqandin.
*Li Taxa Karşiyaka ya Îpekyolû posterê Fermandar Egîd hatiye daliqandin.
*Li Taxa Bostanîçî ya Îpekyolû li sê cihên xeta trênê û li erda ku tiryak lê tê kişandin, bombeyên deng hatine avêtin.
*Li taxa Cevdet Paşa ya Îpekyolû yekîneyên me bombeyek deng avêtin mala ku xwediyê wê xebatkarê AKP’ê ye.
*Li Taxa Yenî Mahalle ya Îpekyolû kesekî ku tîryakê difiroşe, wesayîta wî hatiye şewitandin.
*Li Taxa Bostanîçî ya Îpekyolû pankartên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatiye daliqandin.
*Li taxên Bostanîçî û Xaçortê yên Îpekyolû gelek caran bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Delal Amed dijî, jin şer dikin’ bi fîşekên ronahîavêj meş hatiye lidarxistin.
*Li taxa Walî Mîthat a Îpekyolû pankarta Azadî ji Ocalan re hatiye daliqandin.
* Li taxa Seyîd Fehîm a Îpekyolû hêzên me bi bombeyên deng û molotofan êrîşî A101’ê kirine.
* Li ser rêya nêzî avahiya meterolojiyê ya Îpekyolû teker hatine vêxistin û posterên Rêber Apo, Şehîd Zulkuf û Şehît Ayten hatiye daliqandin.
*Li hemberî komploya 15’ê Sibatê li Îpekyolû, Tûşpa û Edremîtê li gelek taxan pankart hatine vekirin. Dema ku hêzên dijmin xwestine mudaxele bikin, hêzên me bi molotof, fîşekên ronîavêj û bombeyên deng li dijmin dane. Di vê çalakiyê de du dijminên polîs birîndar bûne.
*Li taxa Emîn Paşa ya Edremîtê wesayîta cerdevanekî hatiye şewitandin.
* Li taxa Şabaniye ya Edremîtê hêzên me bombeyên deng avêtine hêzên dijmin û hêzên me bi sloganan di derbasî taxê bûne.
*Li taxa Şabaniye ya Edremîtê hêzên me bombeyên deng avêtina mala kesê ku xebatkarê AKP’ê ye.
* Di 4’ê Nîsanê de bi wesîleya rojbûna Rêber Apo li taxa Şafakê pankarta ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo’ hatiye vekirin û rê ji trafîkê re hatiye girtin û meş hatiye lidarxistin. Dema ku hêzên dijmin hatine qadê, hêzên me li dijmin dane.
* Li taxên Esenler û Bostanîçî yên Îpekyolû teker hatine vêxistin û bi sloganan li taxê meş hatiye lidarxistin.
*Li taxa Xaçortê ya Îpekyolû rêya taxê ji trafîkê re hatiye girtin, çalakî hatiye lidarxistin û posterên fedaîyên zindanan hatiye daliqandin.”