NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine di vê êvarê de dema ku otobuseke Şirketa Waşûkanî ya veguhestinê li ser rêya Dirbêsiyê re derbas dibû ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor ve hate gulebaran kirin.
Hate ragihandin ku otobus li beramberî qereqoleka artêşa Tirk a dagirker a li ser sînor hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de ajokarê otobusê bi giranî birîndar bû û ziyan gihişt otobusê.