KOBANÊ – Li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 2015’an ve tecrîdekî giran tê meşandin. Li dijî vê tecrîda li Îmraliyê gelê Kurd û gelên dost bêdeng neman û bi çalakiyên greva birçîbûnê xwedî li Rêberê xwe derdikevin. Di van rojên ku him berxwedaniyek pir mezin tê domandin, him jî tecrîd hêj berdewam dike, gotinên kesayetên ku bi Rêberê Gelan re mane hêj zêdetir maneviyatê derdixîne holê.
Yek ji van kesan jî Wezareta Parastina Herêma Firatê ya Rojavayê Kurdistanê Îsmet Şêx Hesen e. Hesen him dema Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbasî qada Rojava dibe bi hev re xebitîne, him jî kesayetek ku bi giştî berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên Daîş’ê de maye ye. Hesen hêstên xwe yên di derheqa tecrîdê de, çalakiyên greva birçîbûnê, Rojên bi Rêberê Gelan re û bangawaziya xwe ya ji gelên Rojhilata Navîn ji Ajansa Nûçe Ciwan re nirxand.
Îsmet Şêx Hesen tecrîda li ser Rêberê Gelan ji bo gelên Rojhilata Navîn wek şermek dibîne û dibêje “Ji bo şikandina vê tecrîdê wek hevalên me Leyla Guven û Nasir Yagiz, gelek hevalên me bi rihê xwe di cihanê de bi berxwedana nûmuneyek destpêkirin. Çima bi vê rihê? Ji ber ku ev tecrîd ji me re eybek e, şermek e ku Serok di nav bera çar dîwaran de ye, li ber çavê cihanê. Ne bes navbera çar dîwaran de ye, nikare hevdîtinê bike. Rastî jî ev ji bo gelan bi taybet jî ji me Gelê Kurd re şermek mezin e. Ji ber vê jî Hevala Leyla pêşengî kir, Hevalê Nasir, Hevalê Cemal her wekî din gelek hevalên me bûn fedaiye gelê xwe û xwestin vê tecrîdê bişkînin. Ez jî piştgirî didim vê berxwedanê. Pêwîste hemû gelê Kurd rabe serpiyan û vê tecrîdê bişkînin. Bes e êdî vê zilm û zorê re, bes e êdî ev gel ji zilm û zorê derbas dibe, ji komkujiyan derbas dibe bes e êdî.”
Hesen bersiva pirsa çima ev çalaki dikin jî wisa dide û dibêje “Ji ber ku Serokatî ne tenê Serokê malbatekî ye, Serokekî şexsekî ye, heta Serokatî ne tenê Serokê gelê Kurd e, Serokê hemû gelan e, ji ber vê jî ev çalakî pêk tê. Serokatî Serokê cihanê Serokê gelê Rojhilata Navîn e, heya niha Serokatî tu cudahî nexistiye di navbera gelan de, negotiye ev Kurd e, ev Ereb e, ev Suryan e. Heta di vê derê de jî li Rojava em wê fikrê dimeşînin, bi îdeolojiya Serokatî gihiştine vê astê. Dema Serokatî di sala 80’an de derbasî vê derê bû jî li ser vê esasê derbas bû. Niha gelek kes dibêje Serokê gelê Kurd e lê gelên din dibêjin na ev ne wisa ye, Serok serokê hemû gelan e. Serokê gelên ku bin zor û zehmetiyê de ye. Wê demê jî Serok gelek tiştê ji me re dianî ziman û digot; ‘Ez îro heme siba tune me. Pêwîste hûn bixwe xwe îdare bikin.’ Ev tişt îro jî hat îspat kirin. Em bi mehan, salan nikarin Serokatî bibînin lê bi îdeolojiya wê em dimeşin.”
Îsmet Şêx Hesen di berdewamiya axaftinê xwe de bale dikşîne Berxwedana Kobanê û dibêje; “Dema çete êrîşê Kobanê kirin, Erdogan û Katar jî piştgirî dan wan, xwestin Daîş derbasî nav bajêr bikin, wê demê Serokatî di nav çar dîwaran de bû, lê bi bangawaziya seferberiyê hemû gelê Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan, hemû gelê Kurd rabû ser piyan. Niha em binêrin Goristana Şehîd Dîcle ji hemû perçeyên Şehîd heye. Bi saya wan em niha Kobanê ne, Deyrêzorê ne. Ev çi bû Rêbertî ferq û cudahî nexist navbera me. Hinek kes henin bi partiyan tevdigerin, ew cudahî dixistin navberê digotin ev Kurdê Başûre, ev Kurdê Rojava ye, ev Kurdê Bakur e. Heta îro jî dikin, lê Serokatî vê ya şikand û hemû sînoran kir yek. Em serketin. Ji ber vê jî em herkes xwedî vê çalakiyê derkevin ku em vê tecrîdê bişkînin.”
Hesen herî dawî jî dibêje: “Em hemû kes bi hevgirtina xwe dikarin vê tecrîdê bişkînin û zilm û zoriya dijmîn li ser girtiyan bişkînin.”