NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên girtiyan ji 9’ê Nîsanê û wir ve li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa M’yê ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê dikin.
Malbatên ku ji destpêka çalakiyê ve terora polîsan tê ser wan, vê înê jî polîsên dagirker ên Tirk êrîş li ser wan kirin.
Polîsên dagirker ên Tirk çalakiya rûniştinê dorpêç kirin, TOMA’yê ava jidiyayî pijiqanda ser çalakgeran. Malbatan bi dirûşme û lîlandinan êrîş şermezar kirin, li nav kuçeyan belav bûn.
Malbatên ku demekê sekinîn, diyar kir ew ê Şemiyê jî çalakiyê xwe bidomînin.