ÎZMÎR – Abdulkarî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejara 2 a Şakranê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, bi rêya malbata xwe banga hestiyariyê kir.
Yildirim, di hevdîtina malbata xwe ya duh de ev agahî dan: “Rewşa koma hevalên me yên dest pê kê ketine greva birçîbûnê, pir xerab bûye. Girtiyên ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê dene jî, 14 kîlo dane. Mehmet Yavûz ê di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir, êdî çavekê wî nabîne. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî grevên birçîbûnê bi hestiyar tevbigerin. A rastîn ne grevên birçîbûnê, bêdengiya heyî me dikuje. Moralê me pir bilinde. Emê heya dawiyê berxwedana xwe dewam bikin. Ger Rêbertiya me dibin tecrîdê de be, hemû Rojhilata Navîn û gelê Kurd dibin tecrîdê deye. Em bang li Wezareta Dadê û CPT’ê dikin; Divê evqas rolê ker, lal û korbûnê neyê lîstin. Bila kes li malên xwe ji bo me negirin. Tenê bila bibin dengê me bese.”