Ji Rojnivîsa Şehîd Koçer Zozan
Diherike weke çemekî ev jiyan, ne diweste, ne jî radiweste. Bê destpêk û bê dawiye, her tiştî di nava xwe de dihewîne. Pîrozî û lanetî, azadî û koletî, kirêtî û xweşikbûn, berxwedanî û xiyanet, wekhevî û bê edaletî… Wiha diherike ev jiyan û tevî dîroka bîr û baweriya mirovahiyê dibe. Ne sînor, ne jî bendavên pergala serwer nas dike, wiha didomîne rêya xwe. Rêber APO barê vê jiyanê hildigre ser milê xwe û ji nûve dinivsîne rêbazên afrandina jiyana azad. Pêdiviyên hebûnê ji ferhengoka dîrokê hilbijart, azadî, rûmet, nasname, serbixwebûn, exlaq, berxwedanî û pîrozî. Bi xwe û bi cewherê xwe, lê ne tenê ji bo xwe jiyan dike Rêber APO. Tişta herî zêde bala min dikşîne ewe ku, di dîrokê de mirovên civaka xwezayî, fedaîyên herî mezin û serkeftîbûne. Bê hesab her kar dikin, ne ji bo xwe, ji bo civaka xwe. Pirtûk û nivîsên wan tinebûn, lê xwe bi jiyanê ve kiribûn yek. Hevsengî û ahengiyek herî xurt di nava xwezaya yekem û dûyem de hatibû ava kirin. Astekî wisa ku tam yekbûn çêbûbû, fikir û pratîk her dem bi hev re pêş diket. Mînak, dema tiştek pêwîst kiriba yekser afrandina wê dihate kirin. Dibe ku ew tişt ne pir pêşketîbe, lê belê li gorî pêdiviyên wê demê baş bû. Ango li gorî fikir û pratîk pêş diket, Ne li gorî qaliban. Mirov dikare bêje, stratejî jiyane, taktîk jî pratîzekirina van fikrane. Mînak, ji bo jiyanê derman pêwîst ba, dayîkan derman çêdikir. Pêwîstî bi nêçîrê an jî kom kirina pincarê heba, her kes li gorî vê pêdiviyên jiyanê pêk dianî. Bê ku tu kes bêje, berpirsyariyek pir mezin dihat raber kirin. Însiyatîf, edalet, aktîfbûn û lêhûrbûnek mezin hebû.
Lê dema niha li rewşa mirovahiyê dinêrim, ne tenê yekbûn nîne, fikir jî nîne, armanc, stratejî û taktîk jî nîne. Li vir du rastî têne pêşberî me. Rastiya pergala serwer, çiqa mirov ji mirovahiyê dûr xistiye, mejî û laş çiqas ji hev cûda bûye, mejî çiqa parçe parçe bûye, robotbûyîn çiqa pêş ketiye, Li milê dîtir jî rastiya Serokatî û ya şehîdan tê xûya kirin. Mirovên bi fikir, zikir û çalakiya xwe ve bûye yek dertê holê, felsefeya jiyana azad dertê holê. Civaka exlaqî û polîtîk tê armanc kirin. Ev felsefe ne felsefeyeke ku wê neyê jîyîn, an jî derfetên jiyîna wê nîne û tiştek pir xeyalî ye. Ji xwe ev felsefe niha di nav me de tê jiyîn. Kes nikare bêje ez vê felsefê nas nakim. Ji ber tevî hemî kêmasiyan, em vê felsefê jiyan dikin, dixwazin bidin jiyan kirin. Ango felsefeyeke ku tê jiyan kirin, tê hîs kirin. Bêgûman tişta herî girîng, em wek şoreşger ango wek pêşengên civakê çiqa erkên xwe yên di nava vê felsefa jiyana azad de bi awayek herî serkeftî pêk tînine?!…
Dixwazim mînaka vê di warê çektarî de bidim û girêdana wê ya bi jiyanê ve bidim nasîn. Şer ne karekî hêsane. Jîrbûnek pir xurt dixwaze û şiyarbûnek mezin dixwaze, ji bo wê jî serkeftin kedek bêhempa dixwaze. Herdem divê nûbûna şêwaz û taxtîk hebe. Ji ber me bi vî şerê xwe soz daye gelê xwe yê qehreman ku emê serkeftin û azadiya gelê xwe bidest bixin, destên gemar dûrî welatê xwe bixin û jiyana azad li her derê bidin jiyandin. Ev hemî jî bi hes kirinê ve girêdayî ye, ger heskirina me mîna ya zarokan paqij be, wê jiyana me ji xirabiyan dûr be û wek şexs emê ewqas jî azad bibin. Mînaka vê ya herî mezin Rêbertiye, ji ber Serok APO 24 seatan kar dike, bi coş û kelecan e, moral dide, hêz dide û azad jiyan dike.
Girêdayî vê mijarê jî, tişta ku divê em li ser rawestin rêhevaltiya me ye. Bi taybet jî rêhevaltiya me ya bi jinê re… Ji ber hevaltiya bi jinê re zor û zehmete, ango mirov nikare rihet bi hevalên jin re hevaltiyek rast pêş bixe, bi taybet dema ku tu zilam bî. Ji ber ku pergal û hişmendiya me ya zilamê serdest a 5000 salî xwe li ser bingehê kolekirin û înkar kirina jinê serwer kiriye û bi vî rengî dawî li jiyana azad a civaka xwezayî aniye. Ez bi vê pir fikiriyam; tu çawa mirovekê hem hez dikî, hem jî kole dikî. Tu çawa ji jinekê hez dikî û di heman demê de dixî kole. Vaye niha di nava tevgera azadiya jin de, ne diya min, ne jî xûşka min heye, jina şoreşger heye. Îro jina ku ji bo vegera cewherê xwe û rûmeta xwe tekoşînek pîroz li dijî hişmendiya 5000 salî dide heye. Li gorî nêrîna min hezkirina herî rast xwe gihandina vê astê ye… Ji ber hezkirin bi nêzbûna herdû zayendan a ji azadiyê re tê afrandin. Bi bilindkirina tekoşîna zayendî re bilindtir dibe. Ev jî me dighîne têkiliya rast û jiyana azad diafirîne. Ji bo em jî bighin vê hezkirinê, divê em têlên vê hişmendiya desthiladar yek bi yek perçe bikin û di xeta Rêber APO de xwe ji tevahî kirêtiyan paqij bikin û di bingehê xeta jina azad de xwe bidin ava kirin. Pir caran dibêjim ku divê ez taybetmendiyên diya xwe ji xwe re esas bigrim. Ji ber ku dayîk her dem fedekarin û tije hezkirin in. Ji ber Dayîk, nirxên komînal ên civakê diparêze.