STENBOL – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê Ciwanên Stenbolê çalakiya stîcker û nivîs nivîsandinê pêk anîn.
Ciwanên Welatparêz li Stenbolê li gelek cihî çalakiya stîcker û nivîs nivîsandinê lidarxist. Di çalakiyê de ciwanan sloganên wek “PKK Hat, Xwe birêxistin bikin Azad bibin, Bijî Berxwedana Zindana, Deng bidin berxwedana zindanan û Leyla Guven rumeta meye” nivîsandin. Ciwanan gelek stîckeran bi weneyên Rêberê Gelan û bi nivîsa “Wûn nikarin Aşitiye tecrîd bikin” bi diwaran zeliqandin.