NAVENDA NÛÇEYAN – Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 152 rojin greva birçîbûnê berdewam dike. Her wiha çalakiya Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nisir Yagiz jî tevî ku rewşa tendirustiya wî girane bi heman amcancê di roja 152’an de berdewam dike. Greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger îro ji aliyê koma 76’emîn ve hate dewir girtin.
Çalakvanê greva birçîbûnê Nizar Ebubekir li ser navê koma 75’an axivî û got; “Em hêvîdarîn wê tecrîda li ser Rêber Ocalan dawî were. Wê çalakiyên grevê bigihin armanca xwe ê wê serkeftin ya gelê me be.”