NAVENDA NÛÇEYAN – Dayikên ku hewl didin dengê bi hezaran girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne bidin bihîstin, berî du hefteyan li ber girtîgeha Gebzeyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.
Polîsên Tirk roja Înê êrîşî dayikan kiribûn û vê yekê rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû. Dîmenê êrîşa polîsan li medya civakî hatibû parvekirin û HDP û gelek rêxistinên civakî yên sivîl êrîş şermezar kiribûn.
Di roja 13’an a çalakiyê de jî polîsên Tirk êrîşî dayikan kirin. Rêvebera HDP’ê ya Gebzeyê jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin destgîrkirin. Dayik di nava dorpêçiya polîsan de çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Polîsan vê carê jî dayik destgîr kirin.