“Bêyî ku em bingehê tiştekî fêhm bikin em nikarin dahûrîneke rast jî pêş bixin. Bi vê rastiyê em tev digerin. Li ser vê rastiyê em jî dixwazin derketin, pêşketin û di nav civakê de xwe rêxistin kirina zîhniyet fêhm bikin. Bi taybet jî di civaka xwezayî de, herî zêde jî di civaka neolîtîkê de rêxistin bûna zîhniyet ji bo me pir girîng e.
Bi giştî dema em zîhniyet bigrin dest em dibînin ku ‘hîn zêdetir di ferqê de meyzekirin û şîrove kirina mirov a li der û dora xwe, xweza, zindî û gerdûnê ye.’ Watedayîn bi mirov re, bi pêketina zihniyetê mirov re pêş dikeve. Dîsa bi mirov re, li kêleka berhemên amade ê ji xwezayê digre, bi xwe jî avakirin û çêkirin pêş dikeve.
Di vê mijarê de tişta pêwîste em pişt gûh nekin civakî bûn e. Civak şertê herî bingehîn ê hebûna mirov e. Mirov bêyî civak, bêyî ku were gel hev û bêyî hişekî hevpar, parveker, komûnal û wek hev avabike nikare jiyana xwe bide meşandin. Mirov li gor wan zindiyên din di aliyê xwe parastin û têrkirinê de pir lewaz e. Tişta van lewaziyên mirov ji holê radike civakîbûna mirov e. Mirov vê bêhêziya xwe bi civakê xelas dike. Ji bo wê jî em nikarin mirov bêyî civak bigrin dest. Tişta îro pergala kapîtalîst dixwaze bi mirovan bide qebûl kirin jiyanek takekesî ye. Bes em ji pirsgirêkên îro hîn baştir dibînin ku ji civakê qût bûn ne çareserî, pirsgirêk hûn kûr kirinê tîne. Ji ber mirovê ji civaka xwe qût buyî êdî bê hêz e. Êdî li hember êrîşên tên pêş xistin nikare xwe biparêze. Ji her cûre qirêjî re vedibe. Tişta mirov ji xwezayê cûda dike jî civakî bûna mirov e. Bêgoman qût bûnek nîne. Bi xwezayê re di nav hevsengiyekê de bi zîhniyetê civakî xwe dide jiyîn.
Tişta em di derketin û pêşketina zîhniyetê destpêkê de ji xwe re mînak bigrin herî zêde zîndî dîtina gerdûnê ye. Ev zîhniyetê em qal dikin wek zarokek pîr û pak e. Hîn qirêjî, nexweşî û xirabî derbas hindirê wê nebûne. Li gor vî zîhniyetî ti tişt bê wate an bê armanç nîne. Her tişt di çerçoveya wateyekê de hatî çêkirin. Ji bo wê jî her tişt ji bo mirov û civakê bi nirx e. Bi taybet hin tiştên ku jiyana mirov ber bi başiyê ve dibin pîroz in. Ewqas pîrozin ku xwe tê de dîtin, jêre şikir kirin, diyarî pêşkeş kirin di astek jor de tê jiyîn. Xwe derveyî dîtin, an xwe cûda dana nîşandan tine ye. Yek li ser ê din, an bindestî, metîngerî, tepisandin û koletî tiştên nedihat jiyîn bû. Berhem li gel xwe kom kirin û li ser wan berheman xwe mezin kirin tişta herî şerm bû. Ji bo wê jî çanda diyarî pêşkeş kirin di pêşde bû.
Ger em li roja îro binêrin emê baştir fêhm bikin ku ew zîhniyetê wê demê çiqas bi nirxe. Asta herî jor a pergala hiyerarşik û dewletparê pergala kapîtalîzm di aliyê nirx, bawerî, avahiyên civakî de ti tişt di destê mirovan de nehiştî ye. Bi her şêwazî tinekirin, binpê kirin, li gor xwe, di çerçoveya berjewendiyên xwe de bi kar anîn di pêş de ye. Li gor pergalê tişta girîng civak û berjewendiyên civakê ye. ‘Her tişt ji bo pergalê, her tişt ji bo berjewendiyên kesan.’ Di vê çerçovê de takekesî pêş dixe, civakê biçûk û bê nirx dike. Bes dîsa li ser nirxên civakê xwe dide jiyîn û rêkûpêk dike.
Rêberê Gelan Abdullah OCALAN di paraznameyên xwe ê dawî de tîne ser ziman ku ‘pêwîste dîrok bibe civakî, civak jî bibe dîrokî.’ Jiyana îro xwe li ser civakan ferz dike heya bêjin di astek ketî de ye. Bi pêşxistina amûrên madî û kêmbûna hêstên manewî dihêle ku di navbera hişê hêstî û analîtîk de kortelên kûr avabibin. Tişta hîn zêdetir li hesabê pergala kapîtalîst tê, hişê analîtîk e. Rixmê hişê analîtîk di pêşxistina civakê de bandorek mezin leyîstibe jî, di pêvajoya pergala kapîtalîst de hişê analîtîk gihîşt asta xwe a herî xirap ku êdî yek bi yek nirxan dadiqurtîne.
Pergala hiyerarşik û dewletparêz bi zanistên civakî ê heyî bi taybet jî bi zanista dîrok û civaknasiyê di gelek mijaran de civaka bê hay dihêle. Îro ew zanistên ku xwe li ser navê civakê didin meşandin mixabin ji pirskirêkên civakê re nikarin bibin bersiv. Ev jî dihêle qeyrana heyî hîn zêdetir kûr bibe.
Yek tişta ku herî zêde îro pergal ji civakan diveşêre û wek ne hatî jiyîn dide nîşandan pêvajoya civaka xwezayî ye. Em berdin çêbûn û pêşketina gerdûnê, pergal ji bo cewherê civakê bi civakan bide ji bîr kirin her çûre şêwaz bikar tîne. Dema em vê mijarê rexne dikin em xwe ji nav dernaxin. Bê goman derfetên di destê me de li gelek ciyan nînin. Bi taybet rêberek wek Rêber APO li ti civakan, li ti rêxistinan nîne. Rêber Apo bi avakirina bîrdoziyek nû û derveyî pergala kapîtalîst ji herkesî re diyar kir ku mirov û civaka azad dibe ku bê avakirin. Ji bo wê jî rêbertî gelek hewildan da. Bi taybet di pêvajoya Îmralî de bi lêhûrbûn û dahûrînên xwe cardin da nîşandan ku di her şert û zirûfî de mirov ger bixwaze û bigihêje ferqê hêza xwe dikare di her mijarê de pêşketina çêbike.
Em wek şagirtên rêbertî di van mijaran de kêm dimînin. Tişta di vir de derdikeve pêşiya me zîhniyetê di me de hatî avakirine. Rêbertî bi gotina ‘rastiyên civakî rastiyên hatî avakirin in’, bala me dikişîne xalek girîng. Çawa ku avahî tên avakirin dibe ku bên xirakirin jî. Zîhniyet jî heman e. Îro zîhniyetê xwe li ser me ferz dike zîhniyetê desthilatdaran e. Ev zîhniyet piştî jiyanek bi sed hezaran sal şûn de xwe li ser civakan ferz kir. Û temenê vê pergalê di dîroka civakê de sedî dido yî digre. Ango bi navekî din ew pêvajoya civaka xwezayî hîn zêdetir xwe di me de dide jiyîn. Tişta em tê de kêm dimînin; bê xem û bê tirs ferasetên vê zihniyetê girtina hember xwe û li dijî vê pergalê têkoşîn dana meşandin e.
Ger îro hê em di astek pir jor de nikarin bandorê pergalê ji ser xwe biavêjin, sedemê xwe ji vê digre. Ji ber wê jî pêwîstî bi rast fêhm kirina zihniyetê civaka xwezayî heye. Ger em wî cewherê di xwe de derbixin holê emê hîn baştir bi zîhniyetê heyî ê pergala koledar re têkoşîn bidin meşandin.
Li ser van mijaran gelek derûdor lêhûrbûn û lêkolînan dikin. Bêgoman ger em dibêjin çêbûn berdewame, wê demê lêgerîn jî berdewam e. Lêgerîna mirov a xwe naskirinê, di kesayetê mirov de lêgerîna gerdûnê a xwe fêhm kirinê bê sekin wê berdewam bike. Em jî wek endamên civaka xwezayî a demokratîk, ekolojîk û jina azad li pêy xwe naskirinê ne. Çawa ku em dibêjin ‘ji bo fêhm kirina gerdûnê pêwîste mirov bê fêhm kirin’ di heman demê de naskirina mirov jî bi naskirin û fêhm kirina zîhniyet ve girêdayî ye. Ger em zihniyetê xwe rast deynin holê û rast pênasebikin em dikarin bi zelalî xwe avabikin û xwe bigihêjînin armancê gerdûnê, azadiyê.
Di encam de em dikarin bibêjin kû armanc, di vê mijarê de lêgerîna gerdûnê bi mirov, bi civakî bûna mirov gihîşt asta xwe ya herî jor. Bi zîhniyetê hevbeş ê civaka xwezayî çêbûna gerdûnê jî êdî bi şêwazek din pêş ket.
Ev hemû dide nîşandan ku fêhm kirina zîhniyetê pir girîng e. Pêve girêdayî di bingeh de li ser sekinîn rast dahûrîn pêş xistin jî girîng e.”
ZERDEŞT TOLHILDAN