STENBOL – Li dijî tecrîda girankirî û sîstema îşkence ya Îmraliyê û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê Ciwanên Kurdistanî li Stenbolê çalakî pêk anîn.
Ciwanên Kurdistanî li Stenbolê li ser gelek dîwaran nivîs nivîsandin. Li Sultanbeyli ciwanan bi slogana “Bijî Berxwedana Zindana” û bi teqandina fîşekên hewayî meşiyan. Li ser dîwaran ciwanan “Em ê teqez biserkevin” nivîsandin.
Li Gaziosmanpaşa ciwanan sloganên wek “Ciwan fedayî yê Rêber APO ne”,”Roja ku li Amara bilind bû li Îmraliyê bilidntir dibe” û “Zulkuf Gezen nemire” li ser dîwaran nivîsandin.