BİRADOST – Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, berxwedana grevên birçîbûnê û çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedêran didomin.
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Biradostê, Jinên Ciwan yên Tekoşer bi vê armancê çalakiyek kirin.
Jinên Ciwan yên Tekoşer yên herêma Biradostê ji bo bala gel bikişîne ser azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, pankarteke bi nivîsa “Ji bo Azadiya Rêber Apo Serî Hilde” li gundê Balakayetî daliqandin.