STENBOL – Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 14’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Malbt li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebze kombûn û Parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr, Mûsa Pîroglû û gelek kes piştgirî dan çalakiyê. Malbata dûre li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehêve ketin rê. Polîsan di rê de hin wesayîd rawestandan, paşve vegerandin û destûr nedan ku malbatan biçin ber girtîgehê.
‘EMÊ DEST JÊ BERNEDIN’
Hin malbatên ku bi parlementerên HDP’ê re çûn ber girtîgehê, çawan ku ji wesayîtên xwe peya bûn, polîsan derdora wan girtin. Polîsan got, “Walîtiyê biryar daye, li vê qadê hûn nikarin çalakî li dar bixin.” Malbatan jî bersiv dan polîsan û gotin: “Emê dest ji çalakiya xwe bernedin.”
‘BIRYARA WALITIYÊ DIJ QANÛNIYE’
Parlenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku ew duh li Kartalê jî rastî qedexeyê hatin û wiha bilêv kir: “Fermana walîtiyê dayî ne qanûniye. Ji bo we fermanên dij qanûnî dide. Dûre hûnê jî bibin berpirsê vê pirsgirêkê. Divê hûn fermanên dij qanûnî bi cih neyînin. Ev bûyer dê dûre bi serê we de bi teqe û piştre dê we bigirin.”
‘DEWLET NEÇARE KU LI GORÎ ME TEVBIGERE’
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî, da zanîn ku duh malbat bi lêdan hatin binçavkirin û wiha axivî: “Em îro jî li vê derê ne. Em bi tu cihan ve neçin. Herin karê xwe yê qanûnî bikin.” Leşkerekê ku dinava polîs û leşkerên malbat dorpêç kiribûn de, got “Ez fermandarê dewletê me, qîr nekin.” Îmîr li ser vê yekê, dest nîşan kir ku ev gel dewlete û got: “Şerme ji we re. Em ne mecbûrin li gorî dewletê tevbigerin. Lê dewlet mecbûre li gorî vî gelî tevbigere. Dewlet dewleta gele. Ji bo gel heye.”
DÊ SERLÊDANA SÛC BIKE
Malbatan heya demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin û dûre derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzê bûn. Malbat dê îro saet 15.30’an li avahiya Edliya Gebze derbarê polîsên bi çopan dayik dehf dan de, gilî bikin.