RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Ji min tê û ez dikim bêjim ku azadî hema hema armanca gerdûnê ye. Min pirî caran ji xwe pirsiye bê ka gerdûn bi rastî jî li pey azadiyê digere. Binavkirina azadiyê tenê weke lêgerîneke kûr di nava civaka mirov de, ji min re her tim kêm xuya kiriye û ez wisa hizirî me ku teqez aliyekî wê yê pêwendîdar bi gerdûnê re heye. Dema em dubendiya livik-enerjî wekî kevirên bingehîn ên gerdûnê bihizirin, ez bêhtirs dikirpînim ku enerjî tê wateya azadiyê. Ez bawer dikim ku livika daringî jî pakêtçeya enerjiyê ye ku bi awayê mehkûm e. Tîrêj awayekî enerjiyê ye. Ma dikare were înkarkirin ku tîrêj xwedî herikîneke çiqas azad e? Her wisa em tevlî watedarkirina kuantayan, weke awayên enerjiyê yên livika herî biçûk têne pênasekirin, weke bandora ku di roja me ya îro de hema hema tevahiya cîherengiyê rave dike, bibin. Belê, tevgera kuantûmî hêza afirîner a tevahiya cîherengiyê ye. Ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ev e ew Xwedayê ku her tim lê tê gerîn. Her wisa dema ku tê gotin ku ser-gerdûnî jî heman weke di karaktereke kuantûmê de ye, dîsa heyecan tê min û ez dibêjim ‘dibe ku wisa be’. Dîsa, ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ew afirîneriya ji derve ya Xweda, ji vê re tê gotin.
Li gorî min girîng e ku mirov di mijara azadiyê de xweperest nebe û nekeve daxistkariya mirov. Ma perpitîna mezin a lawirek di qefesê de ya ji bo azadiyê dikare were înkarkirin? Dema ku strîna bilbil senfoniya herî bijarte li dû xwe dihêle, em dikarin vê rastiyê bi kîjan têgîn, ji bilî azadiyê, rave bikin? Eger em hîn pêşdetir biçin, ma hemû deng û rengên gerdûnê azadiyê nahînin bîra mirov? Hemû perpitînên jinan, weke yekemîn û dawîn koleyên herî bindest ên civaka mirov, dikare bi kîjan têgîn, ji bilî gerîna wan a li azadiyê, were ravekirin? Şirovekirina fîlozofên herî kûr, ji bo mînak Spînoza, azadî wekî hêza wate û xwe rizgarkirina ji nezaniyê, ma nayê heman wateyê?
Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêdawî de bifetisînim. Her wisa ez naxwazim wê weke rewşa xwe ya ‘mahkûmiyet’a zayî ji dayikê jî bînim ziman. Delîla wê ew e ku min ji bo bîranîna Prometheus nivîsandina helbestê, ku cûreyek gerîna li azadiyê ye jî, ji bilî çend hevokan, qet neceriband. Tê zanîn ku ew jî, ji bilî hêmayîtî, ti wateya wê nîn e. Lê, ma dikare were piştgokirin ku ez mezintirîn şopînerê wateya azadiyê me?
Dema em azadiya civakî dikin pirsgirêk, vê destpêka me ya kurt ji bo wê yekê ye ku mirov di meseleya kûraniya mijarê de hişyarker bike. Pênaseya civakê, weke xwezaya ku kûraniya wê ya zekayê ya herî pêşketî ye, di mijara tehlîla azadiya de jî ronakker e. Qadên kûr ên zekayê, ew qad in ku ji azadiyê re hestiyar in. Gotina di cî de ye ku mirov bibêje ku her kîjan civak be, hêza zeka, çand û aqilê xwe çi qas kûr kiribe, xwe ew qas ji azadiyê re meyldar kiriye. Dîsa, ev bêje jî gotineke rast e ku civakek xwe çi qas ji van nirxên çandî, zeka û aqil bêpar hiştibe, yan jî ji wan bêpar hatibe hiştin, ew qas koletiyê dijî.
Dema ez di mijara qebîleya Îbranî de diponijim, her tim du taybetmeniyên wan ên bingehîn tên bîra min. A yekemîn, pisporiya wan a di mijara pere de ye. Her tim serweriya pere di destên xwe de digirin. Hem di aliyê teorîk de û hem jî di aliyê pratîk de dizanin ku wê bi vê yekê karibin cîhanê bi xwe ve girê bidin û heta têxin bin serweriya xwe. Em dikarin ji vê re bibêjin serweriya cîhanî jî. Li gorî min, a girîngtir ew e ku ya duyemîn, ango serweriya arişî, hîn baştir bi ser dixin. Cihûyan pêşî bi pêxemberên xwe; paşê bi nivîskarên xwe û di modernîteya kapîtalîst de jî bi her cûre fîlozof, zanyar û mêr û jinên xwe yên hunerî ve, serweriyeke çandî ya arişî, hema hema bi dîrokê re hemsal, damezirandine. Lewre tespîteke ta radeya dawîn rast e ku mirov bibêje ku ti qebîle nîn e ku bi qasî qebîleya Îbranî zengîn û azad be. Eger mirov di derbarê serdema me de çend mînakan bide, wê ev rastî bi zêdeyî piştrast bibe: Koka hêza piraniya serwerên rasteqîn ên kapîlatala fînans, ku li ser aboriya kûrewî zal in, Îbranî ye, ango Cihû ye. Eger mirov qala navê Spinoza di derketina felsefeya hemdem de, yê Marks di sosyolojyê de, yê Freud di psîkolojiyê de û yê Einstein di zanista fizîkê de bike; her wisa mirov bi sedan mirovên teorîsyen ên hunerî, zanistî û siyasî li vana zêde bike, dibe ku vê yekê mirov di derbarê hêza rewşenbîrî ya Cihû de bi têra xwe bike xwedî raman. Ma dikare were înkarkirin serweriyên Cihûyan ên di cîhana rewşenbîriyê de?
Lê li rûyê din ê madalyonê, yên din û yên dîtir ên cîhanê hene. Serwerî, hêz û zengînî ya daringî û arişî ya aliyekî, bi buhaya hejarî, bêhêzî û kerîbûna yên dîtir pêk tên. Lewre ev gotin, ango bêjeya navdar ku Marks ji bo proleterya gotiye: ‘Eger proleterya bixwaze xwe azad (bi gotineke din rizgar) bike, ti çareya wê nîn e, ji bilî azadkirina tevahiya civakê, ji bo Cihûyan jî derbasdar e. Marks wekî ku Cihûyan hizirî be û vê bêjeyê gotibe. Eger Cihû dixwazin ji azadiya xwe û ji hêzên xwe yên zengînî, zeka û wate ewle bibin, neçar in ku civakên cîhanê jî bi şêweyeke dirûv zengîn bikin û wan di alî arişî de xurt bikin; wekî din tu rêya wan nîn e. Nexwe dibe ku her kêliyek Hîtlerên nû li ser wan peyda bibin. Di vê wateyê de rizgarî, ango azadiya Cihûyan gengaz dibe, tenê dema ku bi rizgarî û azadiya civakên cîhanê re di nava hev de were hizirîn. Divê jê gûman neyê kirin ku erka herî birûmet ji bo Cihûyan, ku ji bo mirovahiyê gelek tiştan bi ser xistine, ev e. Wê demê mirov dikare ji nijadkujiya bixof a Cihûyan jî tê bigihîje ku zengînî û rûmetên arişî yên damezirandî li ser hejarî û nezaniya yên dîtir, nirxeke rasteqîn a azadiyê di xwe de wernagirin. Wateya rasteqîn a azadiyê di karakterek wisa de ye ku veqetîna em û yên dîtir derbas bike û ji aliyê her kesî ve bê parvekirin.
Eger em sîstema şaristaniya navendî li ser bingeha pirsgirêka azadiyê binirxînin, em ê çavdêrî bikin ku bi koletiyek, ku her ku çûye qatqatî bûye, hatiye barkirin. Koletî di sê rehendan de jî bi awayekî xurt tê jiyandin: Pêşî, koletiya bîrdozî tê avakirin. Avakirina ji mîtolojiyan Xwedayên tirsîner û serwer, bi taybetî di civaka Sumerê de, pir balkêş û têgihîner e. Qata jorîn a Zîguratê, weke ciyê Xwedayê ku li ser mejiyan zal e, tê hizirîn. Qatên ortê biryargehên rêveberiya siyasî ya keşîşan e. Qata herî binî jî weke qata xebatkarên zenaetkar û çandyar, ku ji her cûre hilberînê re têne bezandin, hatiye amadekirin. Ev modêl heya roja me ya îro di cewher de neguheriye, lê tenê gihîştiye rewşeke mezintirîn a vebûn û belavbûnê. Ev çîroka sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî, pevbestîna dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Hîn rasttir, rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Tehlîlkirina Zîguratê tê wateya tehlîlkirina sîstema şaristaniya navendî; lewre tê wateya ku mirov sîstema cîhanê ya kapîlatlîst a roja me ya îro, li hîmê wê yê rasteqîn bide rûniştandin û wê tehlîl bike. Dema ku pêşketina berdewamî ya sermaye û desthilatî weke kumulatîv (danehev) rûyêkî madalyonê ye, lê li rûyê din bi awayekî bixof koletî, birçîtî, hejarî û kerîbûn heye.
Em baştir têdigihîjin bê ka pirsgirêka azadiyê çawa kûr bûye. Sîstematîka şaristaniya navendî, eger herku biçe bêparkirina civakê ji azadiyê û xistina wê ya asta civaka kerî misoger neke, nikare xwe bide berdewamkirin û hebûna xwe biparêze. Çareseriya di mantiqê sîstemê de ew e ku zêdetir sermaye û emrazên desthilatiyê çêbike. Lê ev jî tê wateya zêdetir hejarbûn û kerîbûnê. Sedema ku pirsgirêka azadiyê ew qas pir mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her serdeman, ji ber dubendiya di xwezaya sîstemê de ye. Me rewşa mînak a qebîleya Cihû tewş pêşkêş nekir. Ta radeya dawî fêrkar e. Ji ber vê sedemê, bi dirêjiya serdeman, ji girîngiya xwe tu tiştek wenda nekiriye, ku mirov hem koletiyê û hem azadiyê bi rêya Cihûtiyê bixwîne.
Her wisa em dikarin wê gotûbêja kevneşopî ya di derbarê gelo, kîjan ji vana zêdetir azadiyê tîne, pere yan zanebûn?, di ronahiya vê vegotinê de baştir têbigihîjin. Heta ku pere weke navgîneke danehev a sermaye, ango weke xespa berhem û nirxa bermayî rol bilîze, wê her tim bibe navgîna koletiyê. Vexwendina wî ya ji xwediyê xwe re her tim komkujî, gelek baş rave dike ku pere nikare ji bo azadiyê bibe navgîneke pêewle. Pere di rola livika daring de ye, ku dijraberê enerjiyê ye. Dikare were gotin ku zanebûn her dem zêdetir nêzî azadiyê ye. Zanebûna li ser bingeha rastiyê, ji azadiyê re her tim asoyê vedike. Û ji ber vê sedemê ye ku zanebûn her tim wekî herikîna enerjiyê tê pênasekirin.
Mirov azadiyê weke pirbûn, cûrebûn û cewazbûna di gerdûnê de pênase bike, wê vê yekê di ravekirina exlaqê civakî de jî ji mirov re hêsayî çêbike. Pirbûn, cûrebûn û cewazbûn, bi rengekî sergrtî be jî, bi mirov dide hizirîn ku tiwanista hebûneke her tim jîr heye ku di cewhera wan de bijareya xwe bike. Lêkolînên zanistî jî piştrast dikin ku zekayek heye ku riwekan arasteyî cîherengiyê dike. Heya niha ti destê fabrîqeyan ê derketî ji destê mirov, nekariye wan çêbûnên ku di şanika zîndewerek de hene pêk bîne. Belkî em bi qasî Hegel nikaribin qala zekaya gerdûnî (geist) bikin. Lê dîsa jî, nikare bi tevahî weke tewşikî were darizandin ku mirov bibêje di gerdûnê de hebûneke dirûvê zekayê heye. Em nikarin cewazbûnê, ji bilî hebûna zekayê, bi vegotineke cuda bînin ziman. Sedema ku pirbûn û ciyêbûn her tim azadiyê tînin bîra mirov, reng e ji ber çirûskên zekayê yên di bingehên wan de bin. Gengaz e ku mirov, bi qasî ku tê zanîn, weke hebûna herî jîr a gerdûnê were pênasekirin. Ê baş e, ma mirov vê zekaya xwe çawa bidestxistiye? Min mirov di aliyê zanistî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) de, weke kurtasiya dîroka gerdûnê jî pênase kiribû. Di vê pênaseyê de mirov weke daneheva zekaya gerdûnî tê pênasekirin. Ji ber vê sedemê ye jî ku di gelek bizavên felsefî de mirov weke maketek gerdûnê tê pêşkêşkirin.
Asta zeka û nermeyî ya di cavaka mirov de hîmen rasteqîn ên avabûna civakê pêk tînin. Her wisa di cî de ye ku mirov azadiyê di vê wateyê de weke hêza avakirina civakî jî pênase bike. Em dizanin ku ji yekemîn komcivakên mirov û vir ve, ji vê re tê gotin helwesta exlaqî. We çaxê exlaqê civakî ancax bi azadiyê gengaz dibe. Hîn rasttir, azadî çavkaniya exlaq e. Em dikarin ji exlaq re her wisa bêjin kevneşop, rêsa, yan jî awayê kûrbûyî yê azadiyê. Eger çavkaniya bijareya exlaqî azadî ye, dema pêwendiya azadî bi zeka, zanebûn û aqil re were girtin ber çavan, çêtir dibe têgihîner ku mirov ji exlaq re bêje zanebûn (wijdan) a kolektîv a civakê. Binavkirina exlaqê teorîk weke etîk jî dikare ancax di vê çarçoveyê de wateya xwe bibîne. Em nikarin qala ti etîkek bikin, ji bilî hîmên exlaqî yên civakê. Bêgûman mirov dikare ji ezmûnên exlaqî felsefeyek, ango etîkek xurttir a exlaq derîne. Lê etîka sexte nabe. Têgihîner ku E. Kant ji aqilê pratîk re dibêje etîk. Di heman demê de şîrovekirina wî ya exlaq weke bijare û derfetek azadî, nêrînekê wisa ye ku ji bo roja me ya îro jî derbasdariya xwe diparêze.
Pêwendiya polîtîkaya civakî û zadî jî rewşekê xuya ye. Qada polîtîk qadeke wisa ye ku aqilên dûrbîner têde herî zêde pevdiçin, diponijin û hewl didin jê encam bigirin. Gengaz e ku mirov di wateyek de wê weke qadekê wisa jî pênase bike ku têde subje xwe bi navgîniya hunerê polîtîk azad dikin. Her civaka ku nikaribe polîtîkaya civakî pêş bixe, pêwîst e zanibe ku wê beranberiya vê yekê weke bêpariya ji azadiyê lê bizivire û berdêla wê lê were fatûrekirin. Pîroziya hunerê polîtîk di vê wateyê de derdikeve pêşberî me. Her civaka (klan, qebîle, qewm, netew, çîn, heta emrazên dewlet û destilatî) ku nikaribe polîtîkaya xwe pêş bixe, mehkûmê wendakirinê ye. Ji xwe eger mirov nikaribe polîtîka pêş bixe, tê wateya ku mirov wijdana xwe, berjewendiyên xwe yên jiyanî û nasnameya xwe ya xweser nas nake. Ji bo her kîjan civak be, ketin û wendakirina ji vê xirabtir nikare bibe mijara gotinê. Daxwaziya azadiyê ji bo civakên bi vî rengî, ancax dema ku ji bo berjewendî, nasname û wijdanên xwe yên kolektîv ên xweser rabin ser piyan, bi gotineke din, dema têkevin nava têkoşîna polîtîk, dikare bibe mijara gotinê. Daxwaziyên ji bo azadî yên bêpolîtîka, şaşîtiyeke wehîm e.
Ji bo ku têkiliya di navbera polîtîka û azadî de neyê çewtkirin, pêwîst e cewaziya di navbera wan û polîtîka (di rastî de hîn rasttir e ku mirov jê re bêje bêpolîtîkayî) yên desthilatî û dewletê de bi bayex werê xêzkirin. Dibe ku emrazên desthilatî û dewletê ji bo karên xwe stratejî û taktikên wan hebin, lê di wateya rasteqîn de polîtikayên wan nabin. Ji xwe desthilatî û dewlet bi xwe, di qonaxa ku înkara polîtîkaya civakî tê pêkanîn de, şêwe digirin. Li ciyê ku polîtîka biqede, li we derê pêkhateyên desthilatî û dewletê têne ser kar. Desthilatî û dewlet ew cî ne ku têde gotina polîtîk, lewre azadî, diqede. Li wê derê tenê rêvebirin, guhdarîkirina gotinê û girtin û dayîna fermanan mijara gotinê ye; her wisa zagon û rêzikname hene. Her desthilatî û dewlet tê wateya aqilê qeşagirtî. Hêzên xwe jî û bêhêziyên xwe jî ji van taybetmendiyên xwe digirin. Wê demê qadên dewlet û desthilatî nikarin bibin wan qadên ku têde li azadiyê were gerîn û bidestxistin. Hegel dewletê weke qada rasteqîn a bidestxistina azadiyê pêşkêş dike û ev jî bingeha tevahiya nêrîn û pêkhateyên zal pêk tîne. Wisa ye ku faşîzma Hîtler yek ji wan mînakên sereke ye ku vedibêje ka ev nêrîn dikare rê lî ber çi veke. Heta di feraseta sosyalîzma zanistî de, ku Marks û Engels pêşengiya wê kirin, dewlet û desthilatî weke navgînên bingehîn ên avakirina sosyalîst hatine pêşdîtin û ev jî, bêyî ku di ferqa wê de bin, bûye darbeya herî wehîm ku li azadiyê, lewre li wekheviyê, hatiye xistin. Lîberalan çêtir ferq kirine wê bêjeya çiqas pir dewlet, ewqas hindik azadî. Serpêhatiyên xwe jî deyndarê van pêşbîniyên xwe ne.
Dewlet û desthilatî weke emrazên zaliyê, ti wateya wan tine ye, ji bilî cûreyek guhartî ya berhem û nirxên bermayî, ango serweriya yekûn, ên desteserkirî bi zorê, li gorî pêdiviya cewherên xwe. Sermaye dewletê çêdike û dewlet jî sermayeyê çêdike. Heman mijar ji bo her cûre emrazên desthilatî jî derbasdar e. Qada polîtîk a civakî çiqas zayînera azadiyê be, qadên desthilatî û dewletê jî ewqas qadên wendakirina azadiyê ne. Dibe ku pêkhateyên desthilatî û dewletê gelek kes, kom û netewan pir zengîn bikin û wan azad bikin. Lê me di minaka Cihûyan de dît ku vê yekê ancax bi bûhaya hejarî û koletiya civakên dîtir gengaz dibe û dawiya vê, ji nijadkujiyan heya şeran, her cûre rûxandin e. Polîtîka di sîstema cîhanî ya kapîtalîst de wendakirina xwe ya herî mezin jiyaye. Di vê qonaxê de, ku sîstema şaristaniya navendî bi dirêjiya dîrokê gihîştiye lûtke, gengaz e ku mirov qala mirina rasteqîn a polîtîkayê bike. Lewre di serdema roja me ya îro de mezixîna polîtikayê tê jiyîn, di pîvanên ku mirov nikare bi ti serdeman re berawir bike. Çawa ku mezixîna exlaq, weke qadeke azadîyê, bûyereke roja me ya îro ye, ji wî jî zêdetir mezixîna qada polîtîkayê mijara gotinê ye. Lewre eger em azadiyê dixwazin, diyar e weki din çareya me tine ye ji bilî ku em di serî de exlaq, ku wijdana kolektîv a civakê ye, û polîtîka, weke aqilê hevbeş, bi hemû aliyên wan û bi hêza xwe ya rewşenbîrî, rakin ser piyan û wan bikin sazbar.
Pêwendiyên di navbera azadî û demokrasiyê de zêdetir girîft in. Herdem bi nakok e ka kîjan ji wan çavkaniya xwe ji kîjan digire. Lê em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku kûraniya herdu pêwendiyan jî hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em polîtîkaya civakê têkildarî azadiyê dihizirin, em dikarin wê bi demokrasiyê re jî têkildar bikin. Awayê herî şênber ê polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Lewre siyaseta demokratîk dikare wekî hunerê rasteqîn ê azadbûnê jî were pênasekirin. Bêyî meşandina siyaseta demokratîk, gengaz nabe ku civak bi gelemperî û her gel û komcivak bi taybetî, ne bibin polîtîk û ne jî bi rêya polîtîkayê azad bibin. Siyasetên demokratîk dibistanên rasteqîn in ku têde azadî tê fêrbûyîn û jiyîn. Karên polîtîkayê çiqas subjeyên demokratîk biafirînin, siyaseta demokratîk jî ew qas civakê dike polîtîk, lewre wê azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke awayê sereke yê azadbûnê bipejirînin, divê em zanibin ku herku em civakê bikin polîtîk, em ê karibin wê azad bikin; weke berevaj jî, herku em civakê azad bikin, em wê zêdetir dikin polîtîk. Bêgûman gelek qadên civakî di serî de çavkaniyên bîrdozî, hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê di rastiyê de herdu çavkaniyên bingehîn ku hevdu dizayînin û xwedî dikin polîtîka û azdiya civakî ne.
Pêwendiya wekhevî û azadî bi piranî tê têkelkirin. Lê di rastiyê de herî kêm bi qasî pêwendiyên wan bi demokrasiyê re, pêwendiyên di navbera herduyan de jî girîft û bi pirsgirêk in. Em dibînin ku wekheviya tam, bi beramberiya ku azadî carina berdêl bide, tê bidestxistin. Pirî caran tê kirpandin ku herdu nikarin bi hev re bin û pêwist e yek ji wana tawîz bide. Tê diyarkirin ku azadî jî carina pêwîst dike ku mirov, weke berdêl, ji wekheviyê tawîz bide.
Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî rast bê destnîşankirin, pêwîst e cudahiya di navbera xwezaya herdu têgîn, ango herdu rastiyan (fenomen) de were vegotin. Wekhevî bêhtir têgîneke huqûqî ye. Pêşbînî dike ku di navbera kes û komcivakan de cewazî neyê kirin û heman maf bêne parvekirin. Lê belê cewazî taybetmendiyeke bingehîn a hem gerdûnê ye û hem jî ya civakê ye. Cewazî têgîneke girtî ye ji parvekarina heman cûre mafan re. Wekhevî tenê dema ku cewaziyên esas bigire, dikare watedar bibe. Sedema herî girîng a ku feraseta Sosyalîst a wekhevî nekarî xwe rabigirta, ew bû ku cewaziyê neda ber çavan. Ev jî yek ji sedemên herî girîng a wê yekê ye ku dawî lê hat. Dadweriya rasteqîn dikare ancax di nava feraseteke wekhevî ya ku cewaziyan esas bigire de pêk were. Dema em destnîşan bikin ku azadî pir têkildarî têgîna cewazbûnê ye, tenê dema ku wekhevî bi cewazbûnê re were têkildarkirin, dikare pêwendiyeke wê ya watedar bi azadiyê re were danîn. Yek ji armancên polîtîkaya civakî ew e ku azadî û wekheviyê bi hev re têkildar bike.
Bêyî ku em qala gotûbêjên li ser di navbera têgînên azadiya takekesî û kolektîv de bikin, em nikarin vê mijarê derbas bikin. Ravekarina pêwendiya di navbera herdu kategoriyan de, ku tê xwestin ku wekî azadiya erênî û neyînî jî were pênasekirin, hin jî girîngiya xwe diparêze. Modernîteya kapîtalîst ku azadiya takekesî (azadiya neyînî) rakiriye pêdarê, bêgûman vê yekê bi buhaya rûxandina mezin a kolektîvîteya civakê pêk anî. Pir girîng e mirov destnîşan bike ku azadiya takekesî di roja me ya îro de polîtîkaya civakî, herî kêm bi qasî diyardeya desthilatiyê, mezaxtiye. Pirsgirêka jiyanî ya gotûbêjên li ser azadiyê ew e ku rola xweperestî ya di rûxîneriya civakê de, bi taybetî rola wê ya di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de were ronîkirin. Dema em bibêjin ku civaka ku bi xweperestiyê hatiye perçe (atomîze) kirin, li hemberî ti emrazên sermaye û desthilatî, hêza wê ya berxwedanê nemaye, em ê karibin rîska qansêrbûna pirsgirêka civakî baştir têbigihîjin. Destnîşankirina xweperestiya lîberal weke çavkaniya bingehîn a ku polîtîka û azadiya civakî dimezixîne, dibe ku ji pêngaveke watedar re zemîn pêşkêş bike. Bêgûman em li vê derê takekesiyê nakin mijara gotinê û em pêwistiya takekesiyê gotûbêj nakin. A ku tê gotûbêjkirin xweperestiya bîrdozî ye, ango lîberalîzm e, ku bi rêya îdealîzekirinê, polîtîka û azadiya civakê dimezixîne.
Jixwe me azadiya kolektîv gotûbêj kir. Divê em bi girîngî diyar bikin ku azadiya rasteqîn ew e ku nasnameyên her cûre komcivakan (qebîle, qewm, netew, çîn, pîşe û wekî vana), bi qasî takekesî, werin destnîşankirin, berjewendiyên wan werin misoGrekirin û ewlekariyên wan werin parastin; her wisa azadiya rasteqîn dikare li ser van bingehan wate werbigire. Dema ku azadiyên takekesî û kolektîv li ser van bingehan bi hevdu re hemaheng bibin, hingê em ê karibin qala pergaleke optîmal a serkeftî ya civaka azad bikin. Derketiye holê, ji ber ezmûnên sedsala 20., ku di navbera azadiya ku lîberalîzm di wateya xweperestî de ew rakiriye pêdarê û azadiya ku Sosyalîzma Pêkhatî bi navê kolektîvîzmê ew rakiriye pêdarê de, her çend weke cemserên dijber jî bêne pênasekirin, dirûviyeke tund heye. Herdu jî bijareyên lîberalîzmê ne. Dema em çavdêrî bikin ka wan lîstokên dewletperestî û arizîkirinê çawa ji aliyê heman dest ve têne pêkanîn, wê mijarên ku tên xwestin bêne gotin, çêtir werin têgihîştin.
Piştî ceribandina modêlên sedsala 20. ên xweperestî (Lîberalîzma hov) û kolektîvîst (Sosyalîzma Fîrewnan), ku bûn sedema rûxanên mezin, bi têra xwe diyar bûye ku civaka demokratîk di warê hemahengkirina azadiyên takekesî û azadiyên kolektîv de zemînê herî berdar e. Mirov dikare diyar bike ku civaka demokratîk di aliyê hevsengkirina azadiyên takekesî û kolektîv de, her wisa di warê pêkhanîna feraseta wekheviya ku cewaziyan esas bigire de rejîma herî guncav a polîtîk a civakî ye.