KOBANÊ- Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyeyê di her qadê de ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî xwe rêxistinkirina ciwan û gel didome.
Di vê çarçoveyê de yek ji xebatan jî Hêzên Parastina Cewherî an go hêzên sîvîl e. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê ev demek e Hêzên Parastina Ciwanan avakirin û di nav bajar de erken xwe didomînin. Endamên Ciwanan him di nav rojê de li dijî bûyeran asayîşa bajêr û ewlehiya çalakiyan dikin him jî şevan derdikevin li ser rê asayîşa xwe ava dikin û nobedê digirin.
Ciwanan bi şêwaz û tarzên xwe rê digirin, agir pê dixin û wesayîtên ku derbas dibin nasname dipirsin û carina hundirê wesayîtan wênerîn dikin. Ciwanên ku em bi wan re axivîn dibêjin ku welatê xwe parastin, bajar parastin, li dijî xetereyan tedbir girtin erka her ciwanê welatparêz e.
Di cihekî ku wek Kobanê ku bibû qada şer û berxwedanê her tim xeteriya, şer û gefên ewlehiyê heye. Ji bo vê jî ciwan ne tenê çeperan de di heman demê de di nav kolanan, bi taburên xwe yên xweser gelê xwe diparêzin. Di nav refên parastina ciwanan de ciwanên Ereb jî cihê xwe digrin, di heman demê de ji bo bûyerên ku herêmên bi zêdetîrî gelê Ereb dijîn wek Sirîn, Girêspî de jî mûdexaleya bûyeran dikin.