NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên Ezazê hate girtin, li navenda Ezazê li dijî navendeke ya MÎT’ê ya Tirk çalakiyek hate kirin.
Di çalakiyê de 2 endamên girêdayî MÎT’ê hatine kuştin.
Hate ragihandin ku di nava kesên hatine kuştin de berpirsê maseya MÎT’ê yê Sûriyeyê Ebû Omer e. Her wiha di çalakiyê de 2 kes jî birîndar bûne.
Têkildarî bê ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin ti daxuyanî nehatine dayîn.