ŞENGAL – Dewleta dagirker a tirk di medyaya xwe ya yek dengî di ajansa Anadolu (AA) nûçeya bi sernivîsa “Bi operasyona MİT’ê 4 terorist hatin girtin û anîn tirkî” nûçeyên derew derdixin pêş. Di nûçeyê de hate got ku Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MİT) 4 PKK/KCK’yî girtiyê û anîne tirkiyê.
Medyaya dewleta dagirker a tirk temamî rojê nûçeyên lezgîn derbaskirin û vê nûçeya derewîn servis kirin. Nûçegihanê me ku vê bûyerê şopand derxist holê ku tiştek wiha nine û derbarê bûyerê bi Asayîşa Şengalê re hevpeyvînek çêkir.
Asayîşa Şengalê ya Ewlehiya Hundirin vê bûyerê wek derew binav kir. Berpirsyarê Asayîşa Şengalê Şerzat Şengal derbarê nûçeya derewîn wiha got: “Ji roja ku Asayîşa Ezîdxanê hatiye avakirin heta niha operasyonên bi vî rengî ku MİT pêk anîne çênebûne. Bûyera herî dawî jî bi temamî derewê medyaya dewleta tirk e. Bila gelê me ji nûçeyên derew bandor nebin. ”
NC/Xemgin ROJ