NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hate tehliyekirin, ev 167 roj e li mala xwe li ber xwe dide.
Nasir Yagiz 154 roj e di grevê de ye
Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 154’yemîn de dewam dike.
Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 128’emîn de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16’ê Kanûna 2018’an dabû destpêkirin, 129 roj e berdewam dike. Di 1’ê Adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûbûn.
Çalakiya parlamenterên HDP’ê
Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.
Piştî ku hatin tehliyekirin çalakiya xwe li malê didomînin
Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û hatin tehliyekirin, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 107 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 99, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 107 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 56 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.
Çalakiyên fedaî
Li bajarê Krefeld ê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.