NAVENDA NÛÇEYAN – Gerillayên HPG û YJA-Star bi hatina biharê li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwe li dijî arteşa dagirker a dewleta tirk zêdekirine. HPG û YJA-Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di rojên dawî de zêdetir 15 leşkerên dagirker kuştin.
Medyaya yek dengî ya dewleta dagirker a tirk bi takîkên Şerên Taybet çiqasî xwestibe jî ser çalakiyan bigre jî HPG-Bim û Gerilla TV bi dimen û detayan ev vala derxistiye.
HPG-Bim çalakiyên ku hatibûn kirin wiha ragihandi bû:
* 18’ê Nîsanê hêzên me yekîneya ku li qada Eynika ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê kemîn datanî kiriye bin kontrola xwe. Piştî ku demekê di bin kontrolê de hatiye hiştin, heman rojê saet 18.00’an hêzên me ew kirine hedefa xwe. Hêzên me derbeke serkeftî li vê yekîneya dijmin xistin lê nehate tespîtkirin bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya dagirker ku piştî çalakiyê qad dayî ber top û obûsan, ji qadê vekişiyaye. Ti ziyan negihaye ser hêzên me.
* 19’ê Nîsanê saet 01:00 ê şevê, li dijî komek ji leşkerên artêşa TC a dagirker ku li ser rêya navbera Şirnex û Cizîrê bû, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerê ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de ku li Herêma Botanê didome, çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de kontrayek hate kuştin. Di vê çalakiyê de hêzên me zerar nedît.
* Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya 19’ê Nîsanê saet 13.00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Lêlikanê ya Sidekanê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn çalakiyeke siûkaastê kirin û 1 leşker hatiye kuştin.
* 19’ê Nîsanê hêzên me saet 13.00’an bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa tanzêrê, ku li ser rêya Bazid-Îdirê kemîn datanî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de derbeke sekeftî li wesayita zirxî û leşkerên derdorê hate xistin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û derb li wesayita zirxî hate xistin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi desteka gelek wesayitên zirxî bi ambûlansa rakirî û ji qadê dûr xistî, bi çekên giran bi rasthatinî qad bombe kiriye. Di encama vê çalakiyê de ti ziyan negihaye ser hêzên me.
* Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 19’ê Nîsanê saet 21:10’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê avêtin ser leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîne. Di vê çalakiyê de fermandarê gir jî di nav de herî kêm 12 leşker hatine kuştin. Gerîlayan ji du milan ve li hêzên dijmin dane û ketine gelek çeperên leşkeran. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 leşker hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. 3 bataryayên obusan jî ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin. Di çalakiyê de leşkeran dev ji çeperên xwe berdane û heta niha aqûbeta 3 leşkeran jî ne diyar e. Di heman demê de hêzên me li yekîneyên dijmin ên li Girê Koordîneyê, Girê Şehîd Zekî û Girê Petrot dane. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.
* Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 20’ê Nîsanê saet 14:30’î li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Ji 2 baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha 2 çekên bombeavêj, kamerayeke mobese û radarek li ser gir hatin rûxandin. Artêşa TC a dagirker danê êvarê bi obus û hawanan herêm bombe kir û bi piştgiriya helîkopterên êrîşê, leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir.