ÎZMÎR- Girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş ji 2’yê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbînê ya bêdem û bêdorveger deye. Çalakiya Aktaş di roja 53’yan de berdewam dike. Li aliyê din çalakiya Ehmedê Xemî û Ahmet Çelîk ên di 22’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kirin, berdewam dike û rayedarên girtîgehê Ahmet Çelîk di hefteya borî de sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Tarsûsê kirin.
‘XEMÎ FELÇE Û MEHKÛMÊ SENDELYA BI TEKELIK BÛYE’
Hevseroka TUHAYDER a Egeyê Selma Altan, derbarê hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyan re kirin de axivî. Altan, diyar kir ku her du lingê Ehmedê Xemî felçin û mehkûmê sendelyeya bi tekelik bûye û wiha got: “Ergîn Aktaş jî, ji ber ku bi tena serê xwe nikare serê xwe bişû, di canê wî de kimê der bûye. Parêzeran hem bi rayedarên girtîgehê û hem jî bi dozger re hevdîtin kirin. Lê tu encam bi dest nexwistin. Tenê daxwaza Ahmet Çelik ê ji bo sewqkirinê hat qebûl kirin. Cemal Aslan ê di 21’ê Adarê de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê bû, ji ber şert û mercê girtîgehê tedawiyê qebûl nake. Naxweşiya wî ya masûlke ku pir pêş ketiye heye. Dermanên xwe venaxwe û ji ber vê jî êşên pir giran dikişine. Aslan ji ber vê xwestibû dawî li jiyana xwe bîne. Lê ji ber ku rêveberiya girtîgehê ferq kir, asteng kirin. Niha rewşa wî çiye em nizanin. Ji bo girtiyên nexweş ên li Menemenê em pir bi fikarin. Di rewşa girtiyan, tu guhertin tuneye. Ergîn Aktaş, Ehmedê Xemî û Cemal Aslan, di hucreyên cuda tên girtin. Xemî êdî xwîn vedirêşe.”
ROJÊ LÎMONEK Û 200 GR ŞEKIR VEDIXWE
Li aliyê din Nivîskar Mehmet Yavûz ê 54 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re derbarê tenduristiya xwe de, ev agahî dan: “Ez pir kîlo didim û pirsgirêkên min ên tansiyonê heye. Ez rojê 1 lîmonek 3u 200 gram şekir vedixwim. Ev 26 salin di girtîgehê deme. Tansiyona bilind li çavê min xist. Êdî çavê min ê rastê nabîne. Zextên rêveberiya girtîgehê yên li ser çalakgeran her roja diçe zêdetir dibin. Em bijîşkan nabînin. Gardiyan tên tansiyona me digirin û diçin. Çavê min ê çepê jî ne başe. Rewşa min başe. Bila hemû raya giştî bi hestiyar be û bibin dengê zindanan. Bila li dijî bêhiqûqî û bêmafiyê biqîrîn. Êdî çavên min nebînin jî, ezê têkoşîna xwe dewam bikim.”