NAVENDA NÛÇEYÊ – Dewleta Tirk a dagirker li ser Şoreşa Rojava heya niha her dem gefan dixwe.
Di 18 Çile 2018’an de bi dagirkirina Efrînê ve dest bi êrîşê Şoreşa Rojava kir. Dewleta dagirker a Tirk bi çeteyên ku avakiriye ve li hember berxwedana gelê Efrînê neçar maye, bi hevkariya dewletên emperyalist ve axa Efrînê dagir kir. Piştî berxwedana Efrînê ya dîrokî ji ber zordarî, îşkence û komkujî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan gelê Efrînê bêgav bûn û koçkirin navçeyê wek Til Rifat û Şehbayê.
Serçete Erdogan ê ku hebûna xwe li ser nijadkujiya gelê Kurd dimeşîne li hember çar perçeyê Kurdistanê gefên xwe li her derê êdî dubara dike. Bi taybetî jî li hember perçeya Rojava di her fersendê de gefê xwe tîne ziman. Serçete Erdogan dîsa wek beriya dagirkirina Efrînê piştgiriya Rusyayê hildide û hewl dide ku êrîşî Til Rifatê bike.
Navçeya Til Rifatê piştî dagirkirina dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wan ji bo 22 hezar welatiyê Efrînî bû wargeh. Til Rifat, di navbera Ezaz û Mare yê ku di bin mêtingehiya dewleta Tirk û çeteyan de cih digre. Navçe gelek cara bu şahidê şerê navbera komên çeteyan û dîsa jî li piya ma. Her çiqas li hêla tenduristî û karê binesaziyê de derfet kêm bin jî welatiyê Efrînê li vir berwext be jî ji xwe re kirin war.
Di van rojê dawî de dewleta Tirk a dagirker wezîrê xwe şandin li derveyê welat û hevdîtinê xwe yê dîplomatîk de li hember Rojava hewldanek dagirkeriyek nû bi aliyê hîn devera anî ziman. Beriya berxwedana Efrînê jî dewleta ketibû lêgerînek wiha û dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya Rusyayê Efrîn dagir kiribû.
Îro dîsa dewleta Tirk a dagirker bi Rusyayê re dikeve nav tifaqek qirêj û pilanên êrîşa li ser Til Rifatê dikin. Agahiyên ku me bi çavkaniyê xwecihî de dest xistin jî vê îdîayê teyîd dike. Arteşa Rusyayê yê li Suriyê çend roj berê dewrê yekîneyên leşkerê girêdayî rejîmê kirin e. Piştî belavbûna vê nûçeyê çapemeniya alîgir “Leşkerê Rus û YPG’ê bi hevre tevdigerin” bi van sernivîsan ve gelek nûçeyê derew parvekirin.
Bi eşkere tê fêm kirin ku çapemeniya alîgir bi van nûçeyê derew ve dixwaze ku hevkariya dewleta Tirk a dagirker û dewleta Rus veşêre.
Welatiyê Efrînî yê ku koçî Til Rifatê kirin e jî li ser arteşa Rusyayê girtin û çalakiya protestoyê pêk anîn û li leşkerê Rus re gotin ger êrîşek were ser vir em ê li hember êrîşê li berxwe bidin.
Bombebaranê dewleta Tirk a dagirker yê li ser bajêr di vê pêvajoya dawî de pir balkêş in. Di hefteya borî de ji ber bombebarana li ser bajêr de çend mala de ziyana madî hatibû holê.
NC/Arhat BA