NAVENDA NÛÇEYAN – Di bin pêngava “Tecrîdê bişkine, Faşîzmê Hilweşine û Kurdistanê Azad bike” berxwedanên grevênbirçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger bi pêşengiya Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven destpê kir û bi tevlîbûna hezar mezintir bû. Nêzî 7 hezar girtiyên PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
DAYIKÊN BI LAÇIKÊN SIPÎ BUN DENGÊ BERXWEDANÊ
Dewleta dagirker a Tirk ji vê berxwedanê tirsiya û hewl dide berxwedanê bi faşîzmeyek herî kur bifetisine. Di vê berxwedanê têkoşîna dayikan derket pêş. Dayikên ku dibêjin “Ez dayika birçiya me”, “Zarokên me ji birçîbûna dimirin”, û “Perçeyê ji laşê me ber çavê me dihelin” bûn dengê vê berxwedanê. Temenê dayikan ê dilê wan kêlî bi kêlî diêşe di navbera 50 û 70 de diguhere û bi laçiken xwe yên sipî her roj bang û qîr dikin da ku zarokên wan li jiyanê bimînin. Dayikên ku li Gebze, Qoser, Samsûn û herî dawî li Êlihê daketin qadan bûn tirsek mezin di dilê dewleta dagirker a tirk.
FERASETA DAGIRKER Û FAŞÎZANE ÊRÎŞÎ DAYIKAN KIR
Leşker û polîsên dewleta dagirker a tirk bi feraseta faşîzma herî kur êrîşî dayikên kir. Dayikên ku bi awayekî herî aşitiyane û demokratîk banga şikandina tecrîd û bêdenigê dikirin, rastî êrîşên herî hovane yên polîsan ve hatin. Li Gebzeyê, Qoserê, Samsûnê û herî dawî li Êlihê li dijî dayikan êrîş û şideta fîzîkî û derûnî pêk hat. Li hemberî dayikan cop bi kar anîn, xeber, heqaret û dest dirêjî hatin kirin. Bi toma avê ser dayikan reşandin û bi darê zorê ew binçavkirin. Dema binçavkirinê wan bi erdê ve kişandin û vekirî li dijî dayikan sûc hate kirin. Ev sûç û bêhurmetiya polîs û leşkerên dagirker kêlî bi kêlî ji aliyê ragihandina azad ve hate şopandin û hatin weşandin.
QIRÎNA DAYIKÊN BERXWÊDER BI FAŞÎZMÊ NAYÊ BÊDENGKIRIN
Çalakiyên dayikên laçik sipî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana zarokên xwe ruxme ewqas zext û zordariyê jî roj bi roj mezintir dibin. Dayik bi biryardariyek mezin dibêjin heta ku zarokên wan di greva birçîbûnê de bin dê kêliyek jî gav paş ve neavêjin û her roj dê çalakiya xwe li dar bixin.
NC/Çekdar Botan