ŞENGAL – Dewleta dagirker a tirk di medyaya xwe ya yek dengî di ajansa Anadolu (AA) nûçeya bi sernivîsa “Bi operasyona MİT’ê 4 terorist hatin girtin û anîn tirkî” nûçeyên derew derdixin pêş. Di nûçeyê de hate got ku Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MİT) 4 PKK/KCK’yî girtiyê û anîne tirkiyê. Asayîşa Ezîdxan ev yek wek derew bi nav kiribû û diyar kiribû ku tu opersayonê MİT li herêmê pêk nehatiyê.
Der barê bûyerê nûçegihanê me bi rayederekî Irakî re axivî û xwe gihand belgeyên ku ‘opersayona’ MİT’ê vala derdixe. Rayederê Irakî ku ji ber sedemên ewlihî naxwaze navê wî bê eşkere kirin der barê bûyerê ev agahî dan: “Ev kesana demdirêje di destê hukumeta Irakê de bûn, ez nizanim ev kesana ki ne an jî girêdayî kijan rêxistinên ne. Ev 4 kesana bi riyên fermî ku navbera dewleta tirk û hukemta navendî ya Irakî bi lihevkirine teslimî tirkiye hatine kirin. Li Şengalê heta niha tu opersayonê MİT’ê pêk nehatiye.”
Ajansa me gihişt hindek belgeyan ku wan gotinên rayedarê Irakî pişte rast dike. MİT di medyaya yekalî a tirk de di Ajansa Anadolu de weneyên kesen ku teslimî tirkiye hatibûn kirin weşand. Weneyên yek kesî ku di nava ew 4 kesên de ye gihişt ajansa me. Ew wene beriya teslimbûyina ew şexsî di zindana hukumeta Irakî de hatibûn kişandin.
NC/Xemgin Roj