NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda girankirî ya liser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven hatî destpêkirin di roja 130’an de berdewam dike.
Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 95’an de bi biryardarî berdewam dike.
Îro çalakiya bêdem bi dorveger ji aliyê 44’emîn ve hate dewir girtin.
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê destpêkir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê koma 44’emîn Îbrahîm Kara axivî û got; “ Em destpêkê tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertiya xwe ya ku ev nêzî çar salin bê navber dewam dike, bi awayekî tund şermezar dikin. Ev tecrîd dijî mirovahiyê ye em wek gelê Kurd pêwîste wê tecrîdê li ser Rêberê xwe qebûl nekin. Ev 20 sale Rêbertî ji bû gelê Kurd li zîndanê de berxwe dide pêwîste gelê Kurd û yê bindeste ji bû Rêberê xwe vê tecrîdê qebûl neke û çalakiyên kû niha berdewam hin xûrtir bike.
Kara her wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “ Armanca me ewe ku em vê tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin, divê em bi hêzek xort bibin yek û vê tecrîdê bişkinin. Em bang li tevahî dewletên NY û Mafên Mirovan bikin ku xwedî li erka xwe derkeve.”
Merasîm bi diruşemeyên ‘Bijî Serok Apo,’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.