AMED – Çalakiya girtiyên gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Çalakiyên malbatên girtiyan jî ji bo piştevaniyê didome. Malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi çalakiya rûniştinê piştgirî bidin zarokên xwe. Polîsan malbatan dorpêç kir û destûr neda çalakiyê. Li ser vê yekê dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Her wiha polîsan destûr neda rojnameger çalakiya malbatan ji nêz ve bişopînin.
Malbatên ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin bi darê zorê li otobusan siwar kirin û wan ji ber girtîgehê dûr kirin.