MİNBİC – Meclisa Ciwanên Minbicê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê şermezar kir. Bi dehan endamên meclisê û endamên saziyên sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî li Stada Beledî a bajêr hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Ciwanan a Minbicê Hisên Muxtar ve hate xwendin.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye:
“Di nava çend salên derbasbûyî de amûra binpêkirinê Tirkiye ji îşkence, kuştin û diziyê têr nebû. Tiştên ku niha li Efrînê diqewimin li ber çavên her kesî tê kirin. Dîwarê ku dewleta Tirk a dagirkir lê dike, tê wateya ku ew dixwaze serdema dagirkeriya Osmanî bi şêwazekî nû, alav û rêxistinên tundraw, vejîne.
Demografiya herêmên Sûriyê diguherîne. Navên gund û dibistanan diguherîne û hewl dide her tiştî bike tirkî. Niha jî dîwaran lê dike. Ev yek jî tê wateya ku dixwaze xaka Sûriyê parçe bike.
Em wek ciwan û gelê Bakurê Sûriyê tekez dikin ku wekî ku me rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li ser xaka xwe têk bir, em amade ne ku em vî dîwarî hilweşînin û faşîzmê hilweşînin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyê û biratiya gelên herêmê dikin.”
Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina lêkirina dîwar hatin berzkirin.