NAVENDA NûÇEYAN – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ye. Malbatên girtiyan xwestin biçin pêşiya girtîgehê. Parlementerên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Ayşe Surucu jî tevî malbatan xwestin biçin pêşiya girtîgehê.
Polîsan malbatan asteng kirin û diyar kirin ku heke hûn li wesayîtên xwe siwar bin û bixwazin biçin pêşiya girtîgehê, em ê ceza li wesayîtên we bibirin. Polîsan piştre dora malbatan girtin.
Polîsan nehiştin ku rojnameger dîmenan bigirin û polîsan bi devkî malbat û parlementer tacîzkirin.
Malbatên girtiyan piştre ji bo bi Waliyê Kocaeliyê re hevdîtinê bikin, ji qadê veqetiyan.