BEHDÎNAN – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, li Girê Kevorte yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.
Hate diyarkirin ku çalakî di saet 02:30’an de pêk hatiye û di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku cihê çalakiyê ji aliyê helîkopteran ve tê bombekirin.