NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî toreya çalakgerên Efrînê, erebeya çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker îro Çarşemê 24`ê Nîsanê li eniya herêma Marêi ya gundewarê bakurê Helebê hate hedefgirtin. Di encamê de tevî ruxandina erebeyê, hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmar tam nehate zanîn.
Heta niha tu aliyek ew çalakî negirtiya ser xwe.