NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro turnuvaya Kasa Şêxmeqsûd li stada Şiqeyf li taxa Şêxmeqsûd a Helebê organize kir.
Beriya maç, beşdaran û endamên her du tîman deqeyek rêzgirtin sekinîn.
Piştre maç di navbera Tîma Efrîn a girêdayî Şaredariya Gel û Tîma Bazên Kurd a ku ji ciwanên taxê pêk tê de destpê kir. Maç bi serketina tîma Efrîn bi encama 9-5 bi dawî bû.
Piştre her du tîmên Ciwanên PYD û Tevgera Xwendekarên Demokratîk li pêşberî hev du lîstin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku turnuva heya hefteyekê didome. Tîmên ku beşdarî turnuvayê bûne ev in; Efrîn, Bazên Kurd, Ciwanên PYD, Ciwanên MSD, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Bazên Kobanê û Cûdî.