NAVENDA NÛÇEYAN – Li Qada Esenyûtê welatiyên ku xizmên wan ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevê de ne çalakiyek lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girseya ku tîşortên wêneyê Leyla Guven a di grevê de ye li xwe kirin dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ qîr kirin.
Çalakiya ku destpêkê bi çalakiya rûniştinê destpê kir, piştre belavî kolanan bûn. Polîsan xwe li qîrkirina dirûşman negirtin û êrîş kirin. Li gorî agahiyê hatin girtin 5 kes hatin destgîrkirin.
Çalakiya li Esenyûrtê hate kirin li kolanan dewam dike.