NAVENDA NÛÇEYAN – Nîzamettîn Yilmaz (36) ê li gel birayê xwe Şerafettîn Yilmaz (38) li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevê de ye, li ser giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Yilmaz ê demekê li nexweşaneyê hate ragirtin, piştî tedawî qebûl nekir vegerand girtîgehê.
Malbat a bi Şerafettîn Yilmaz re hevîtin kir, diyar kir ku rewşa Yilmaz baş e, bang li parêzerên Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) kirine. Hate diyarkirin ku Yilmaz 10 kêlo li xwe kêm kiriye.
Nîzamettîn Yilmaz ji 28’ê Adara 2018’an ve di girtîgehê de ye. Yilmaz ê bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ li ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve tê darezandin, di hevdîtina dawî ya bi malbata xwe re kiribû ev tişt gotibû: “Eger ez bê berdan jî wê çalakiya min bidome. Ji bo wê çi dibe bila bibe hûn li malê cihê min amade bik