AMED – Dozgeriya Komarê ya Amedê, peywira berhevkirina agahî û belgeyên der barê qetilkirina Recep Hantaş de ji dest emniyeta dagirker girt û dewrî cendirmeyên dagirker kir.
Li Amedê, di 14’ê Nîsanê de li Sumerparkê polîsên dagirker ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) kuşt ku li parkê rûniştîbû. Dozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna der barê cinayeta Hantaş de serî li guherîneke girîgn da.
Der barê bûyerê de, peywira berhevkirina agahî û belgeyan di dest Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê de bû. Lê belê parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner îtiraz kir û xwe ev peywir ji dest polîsên dagirker bê girtin û dewrî cendirmeyên dagirker bê kirin. Oner, di îtiraza xwe de diyar kir ku dibe polîsên dagirker belge û agahiyên der barê bûyerê de bidin windakirin, loma divê cendirmeya vî karî bikin.
Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî, daxwaza Parêzer Oner qebûl kir û peywira berhevkirina belge û agahiyên der barê cinayetê de dewrî cendirmeyan kir.
Li Amedê cara ewil e di cinayeteke ku bi destê polîsên dagirker pêk hatiye de, peywira lêkolînkirinê dewrî cendirmeyên dagirker tê kirin.