NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 156’an de, bi îradeyek xurt dewam dike. Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç û şandeya pêre serdana çalakgeran kir.
Li ser navê şandeyê Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç axivî û got: “Em destpêkê tecrîda li ser Rêbertî ku ev nêzî pênc salane dewam dike, şermezar dikin. Em çalakvanên ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şkindan tecrîda li ser Rêbertî dayîn destpêkirin, silav dikin. Em hemû dizanin em di pêvajoyek pir giring re derbas dibin. Ev pêvajo ji bo her kesî giringe. Ji bo ku gelê Kurd ji Rêbertiya wî bê par bihêlin ev tecrîd hatiye destpêkirin. Lê belê gelê Kurd wê vê tecrîdê bi berxwedana xwe ya bi salan bide şikandin.”
‘Wê berxwedana gelê Kurd Erdogan têk bibe’
Koç axaftina xwe wiha berdewam kir: “Destkeftiyên Kurdan li kur hebin Erdogan êrişî wir kir. Lê, belê tiştê ku Erdogan dixwest pêk nehat û bi têkbirina çeteyên ku wî serkêşiya wan dikir, ew jî têkçû. Di heman demê de ev yek di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî ev yek hat xuyakirin. Erdogan di vir de serneket niha jî dixwaze bi tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî gelê Kurd bê hêz bike, lê bila baş bizanibe wê gelê Kurd ti carî bê hêz nebe, wê hîn bi hêztir bibe. Wê gelê Kurd bi berxwedana xwe ya ku niha ji bo şkandina tecrîda li ser Rêbertî dayî destpêkirin wê Erdogan û hevkarên wî têk bibe.”
Hevseroka KNK’ê Koç herî dawî got: “Em di wê baweriyê dene ku wê tevahî gelên azadîxwaz bi yekbûnan û berxwedanek mezin bigihin serkeftinê. Li ser vî esasî dubare tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertî şermezar dikim û ji tevahî çalakvanan re serkeftinê dixwazim.”
Şande piştî serdana çalakgerên di greva bêdem û bidorveger dene, çû serdana Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ku ev 156 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.