Rêberê Gelan Abdullah OCALAN
Di aliyê hizir de, di aliyê hestan de şêwaza jiyan û pêşveçûyînê, bi şer re yekbûna vê yekê, bi cîhanê re xwe dayîna girêdan, xwe xistina rewşa kesekî erjeng di min wisa bi pêş ket. Em van salan hewlnak jiyan; em dixwazin van bikin malê gelê xwe jî. Erê, serokatiya PKK û ez, emê bixin ku derê? Li kûderê bi cih bikim? Bi qandî ku ez ji gelê bêwar re cihekî peyda bikim ezê ji xwe re jî peyda bikim. Em ji nasnameya wenda ya gelekî bigrin hetanî azadiya wê, dema ez bi karanînêr bikim, dibe ku wê demê cihekî min jî hebe. Derveyî vê yekê jî ez bawer nakim ku mirov bibin xwedî cih. Dema di hizir de ez xwe bi dest bixim cihê min heye. Dema ez bi fizîkî, çek û viyana xwe, xwe bipeyitînim cihê min heye. Cihê gelekî jî wisa tê afirîn. Ger mirovek nikaribe ji gel re cih çêbike, nikare ji xwe re cih çêbike, ger nikaribe nasnameya gel bi dest bixe, nikare nasnameyê ji xwe re jî bi dest bixe, ger kesek nikaribe ji gel re azadiyê bi dest bixe nikare ji xwe re jî azadiyê bi dest bixe. Ji xwe ez wisa bawerim ku bi nepejirandina helwestên sexte ve min pênaseya herî rast pêk aniye.
Xeletiyeke bi giştî tê jiyandin jî, rexmî gel xwe azad hizirîn û rexmî gel xwe fikirînêr hesibandin e. Ev ji aliyê gel û takekes ve xeletiyeke dîrokî ye. Her kes qurbanê xeletiyeke wisa ye û ji bo ku ez nekevim nava vê xeletiyê min gelekî hewl raber kir. Bila her kes li hebûn û tunebûna cihê min temaşe bike û bihizire ka di vê cîhanê de û nav vî gelî de xwedî cih e yan na. Ez dizanim ji xwe re cih çêbikim. Min hemû çalakiyên xwe ji bo ku ez di dîrokê de, di wijdana gel de û di nav malbata xwedî şeref a mirovahiyê de cih peyda bikim min pêk anîn. Min got ma pêwîstiya min bi azadiyê heye, “ez xwedî îdia me, xwedî hêrs im, ezê xebatê bikim û biserkefim, min ev yek hindekî jî pêk anî. Jixwe ji ber vê yekê wateya PKKê tê wateya APO. Dîsa ji ber vê yekê gelê Kurd bi navê min re hevwate tê dîtin. Sedema dîtina bi vê teşeyê, di şexsê min de bi serketina, Kurdê windakirî, Kurdistana windakirî û kesê windakiriye. Bi qandî ku ez bi ser dikevim gel bi ser dikeve, welat bi serdikeve, takekes bi serdikeve û her wiha bi vê şêweyê ji min re nirx tê pîvan. Bêguman ev yek rewşa min e. Ev yek raber nake ku her kes bi serdikeve. Lewra bi xwe spartina ji min re be jî, li şûna rewşa xweheyînîkirina kes, bi şerekî cewaz pêwîstî bi xweheyînîkirina kes heye.
Weke hemû olan, divê mirov nekeve nava xwexapandineke wisa: Di Xiristiyaniyê de Hz. Îsa gelekî baş e, Xiristiyaniyê îfade dike. Wê demê weke ku “hemû Xiristiyan baş in” em nikarin bi vaca Arîsto tevbigerin û mirov bi vê yekê ve nabe Xiristiyanekî baş. Bi heman şêweyê mirov nikare bibe misilmanekî baş jî. Bi nav mirov dikare bibe Xiristiyan an jî Misilman, lê bi hebûna xwe dê ji mûnafiqên kevin xirabtir bin. Divê mirov vê yekê baş bibîne. Kesayetê pirsgirêka nasnameya xwe û hebûna xwe çiqas peyitandiye? Di nava tekoşînê de weke teorîk û pratîk çiqas xwe ji nû ve afirandiye? Karê afirandinê gelekî girîng e, divê mirov durû nebe. Divê mirov xwe nexapîne. Ger dê misoger pênaseyeke min were kirin, ev yek dikare wisa be: ne bi gotinan xwe dixapîne, ne bi pratîka hemalgeriya erzan ve xwe dixapîne, bi qandî ku zanist e, xwedî vîne jî, bi qandî ku dikare bike dibêje û ev yek bi şerekî jî peyitandiye. Mirov dikare wisa pênase bike. Ma weke din li hember mirovahiyê ez dikarim bibim çi? Li hember rastiya gel a qedî û tunebûye, îdiaya neqedîne û hebûnê, îdiaya jiyanîbûnê. Di vê mijarê de ez kesekî xwedî şerê azadî, xebatkariyeke awarte û bi qandî hizirînê xwedî çalakî me. Esas ev yek cewaziyeke jî, xwebûna gelekî ye. Em dixwazin ew gelê ku di dîrokê de kerr maye, lal maye û kor bûye ji nû ve zindî bikin. Ez çawaniya serkeftina vê yekê re mijul dibim. Ji ber ku xebateke cewaz , eşkere ye ku ez cuda dijîm. Kes çima evqas ji xwe hezkirîne, çima evqas bêhêvî ne? Ji beriya ku kesek xwe bi min re bipîve divê pirsan ji xwe bike. Esas weke ku ji min re tê gotin weke “Serok, rêber” nabînim. Ez xwe weke kesekî şopandêrê îdiayeke bêeman, xwedî îdiaya şer, îdiaya çalakiyê, îdiaya rêxistinê, îdiaya îdeolojiyê û xwedî îdiaya asteke bilind dinirxînim. Divê qey hindek kes ji min re dibêjin, “tu ne tiştekî” ez jî dibêjim, “na ez tiştek im.” Kesek dibêje, “tuyê wiha bijî”, ez dibêjim, “na ezê wisa bijîm.” Yek dibêje, “tuyê wisa werî sînordarkirin” ez dibêjim, “na ez van sînoran nasnakim.”
Ji dostan re jî, ji dijminan re jî, ji dê û bavê re jî vê yekê dibêjim. Hetanî asta bilind weke kesekî li gor xwe xwedî afirandêriya şerê azadiyê dinirxînim. Zagonên xwe ez bi xwe derdixim holê. Bi hewldan ez çerçoveya îdeolojîk, taybetmendiyên çalakiyê bi xwe diafrînim. Carna bi zimanekî pir şêrîn, carna bi peyvên qedînêr ez xwe amade dikim û pêşkeş dikim. Li gor hindekan wisa, li gor hindekan bi avayekî din. Lê ev mafên min ên azadiyê ne yan jî mafên ên tekoşîna pêşvexistina şerê azadiyê ne. Ez dizanim ku gelekî kes tevlî vê yekê nabin û heta dixwazin vala derbixin. Lê divê bizanibin ku li hemberî wan şervanek heye. Ger hun dixwazin misoger min nas bikin; ez kesekî xwedî pêşvexistina qada azadiyê me, xwedî zagonên rêkûpêk im, pêkanînêrê van im, bêeman baldariya taybetmendiyên bingeh ên mirovan dikim, aliyên kevin û nekêrhatî bi erdê re dikim yek û di vê mijarê de bi rastî jî xwedî rêgez im. Bi qandî baweriyê nirx didim zanistiyê, ne weke fanatîkekî çavtarî gerdûnî dihizirim, ez wate didim, mafên takekes, taybetmendiyên netewî û taybetmendiyên êşîrî û malbatî. Yanî dîve were fêmkirin ku ez mafên her kesî ber çav digrim, di heman demê de jî di gelek xalan de bêmafiyê dibînim û li dij radibim. Mesele ne fêmkirin an jî nefêmkirina min e, mesele ne xwe nirxandin û ne nirxandina min e jî. Jixwe ez vê yekê her roj dikim. Mesele çawa fêmkirina kes û binke ye. Gelo ma dê bibin xwedî nasname? Ma dê di vê dinê de bibin xwedî cih? Bi rastî jî ma dê di nava vî gelî de bibin xwedî cih. Ma dê di asta temsîlkariyê de bikaribin hebûnekê raber bikin? Ma di vê mijarê de hişyariyên wan bes in?
Ez bawer dikim ku min baş xwe di hinava gel de daye rûnişkandin. Ez dihizirim ku pir di cih de min bi mirovan daye pejirandin. Dijminên min jî tevlî, derveyî pir kesên kêm tu kes nikare di derbarê min de xwedî îdiayên bêbingeh be. Ez çiqas di karê de xwe de serkeftî me, çiqas xweser û di cih de nêzîkatiyê raber dikim. Divê ev wateyekê biderbirînin. Wisa bi nirxandinên nepixandî re, kesên ku dibêjin “evqas mezin e” û xwe vedişêrin hene. Ez ji vê rewşê neqayil im. Ez wisa yekî mezin nînin. Bi temamî xwedî meşeke rêhevaliyê me. Ezê wisa li asîmanan nebim xwedî cihekî fermanger. Lê wisa ew kesên ku bi gotinên weke “mafê min e, hiquqa min e” dixwazin paşverûtiyên xwe û teşeyên jîna xwe bisepînin ezê misoger qebûl nekim. Ger tê xwastin bi netewekî bibin xwedî otorite, divê ev yek baş were zanîn ku, wisa tu kes ji asîmanan nayê û me nade meşandin.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/04/25/nirxandin-bi-qandi-ez-bi-ser-dikevim-gel-bi-ser-dikeve/