NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo ku xwedî li grevên birçîbûnê yên bi hezaran girtiyan derkevin, li Wanê 10’ê Nîsanê greva birçîbûnê dest pê kiribû. Greva birçîbûnê ya li Wanê bi koma 6’an berdewam dike.
‘HETA KU TECRÎD RABE EZ Ê LI BER XWE BIDI’
Seyfettîn Ertaş di da daxuyaniya çapemeniyê de ya têkilî destpêkirina greva birçîbûnê ya koma şeşan, bi bîr xist ku Leyla Guven di roja 170’î de, girtiyên zindan jî ev 132 roj in grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didomin.
Ertaş bi bîr xist ku li zindanan 7 hezar girtî di grevên birçîbûnê de û ji bo ku kesek nemire divê her kes deng derxîne. Ertaş got, ”Heta ku tecrîd rabe em ê li ber xw bidin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, nehiqûqî ye.”
Nûrî Erol jî ku di koma şeşan de dest bi greva birçîbûn^ekir^, berxwedêrên greva birçîbûnê slav kir û got, ”Daxwaza me ew e ku em di şexsê Leyla Guven de deng bidin grevên birçîbûnê yên bi hezaran kesî.”