AMED – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan Buldan û Sezaî Temellî û şandeya xwe dê îro li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixistana. Walîtiya Amedê bi hiceta daxuyanî neyê dayîn hemû rêyên diçin ber girtîgehê li çûyîn û hatinê re girt. Walîtiyê îda kir ku daxuyaniya hevserokan li dijî qanûnan û hiqûqê ye.
Piştî ku bi fermana walîtiyê polîsan bi maşîneyên zirxî rê girt, çûyîn û hatina li bajêr serûbin bû û herikîna trafîkê hat asta sekinandinê.