NAVENDA NÛÇEYAN – Li Ewropayê çalakiyên ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didomin.
Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd li avahiya Rêxistina Efûya Navnetewî çalakiya rûniştinê lidardixin.
Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, hate gotin ku rewşa çalakgeran di qonaxa kiritîk de ye û bêdengiya raya giştî ya navnetewî tê şermezar kirin.