RÊHEVALA WÊ YA TÊKOŞÎNÊ JINDAR DERSÎM
Li ser hevalên şehîd axaftin gelek zehmet e. Ji mirovan re giran tê. Bi taybetî hevalên ku demekê dirêj mirov wan nas dike, gelek tişta hevre jiyan dike, anîna li ser ziman zehmet e. Lê, kêm be jî ez ê vebikim. Çiqasî zehmet be jî erkê me ye. Ji ber ku me pêre jiyan kiriye. Ez dixwazim bi vê wezîfeya xwe ve rabim.
Min hevala Hebûn li malê nas dikir û me di yek dibistanê de dixwend. Nayê bîra min ku min hevala Hebûn kengê nas kiriye. Ji ber ku min çavê xwe li jiyanê vekiriye heya niha, ez li cem heval Hebûn bûme. Ji ber wê çendê kengê, li kuderê û di kîjan deman me hevdu nas kiriye, nizanim. Em di hemû kêliyan de li cem hevbûn. Dîrokek wê ya taybet nayê bîra min. Ez ê hewl bidim bi çend bîranînan ve bidim nas kirin.
Hevaltiya me ya destpêkê gelek germ destpê kir. Bi derbazbûna demê re hevaltî, heskirina me kûrtîr bû. Çûndina Dersim, hatina Enqerê, em bi hevre diçûn. Gelek caran wexta bîranînên me yên rê tên bîra min ez dikenim û hîn jî dikenim. di yurtê de em di heman odeyê de bûn. Du û sê salan em di heman dibistanê de man. Bi wê re nas kirina min ya li himberî rêxistinê çêbûn. Tevlîbûna me ya ji çalakiyan re çêbû. Bi çend hevalên din re me bi serê xwe dikarîbû çalakî çêbikira. Di warê rêxistinî de jî hevaltî û girêdanek di navbera me de ava kir. Me bi hevre biryara xwe da û em hatin çiya. 22 Tîrmehê sal 2001’ê bû, em hatin çiya. Dayîkbûna me ya rastî ev dîrok e. Ji ber wê çendê me her sal vê rojê bi awayekî bi bîr dianî. Ez niha jî wê rojê bi bîrtînim.
Em bi hevre hatin Qendîlê. Sala me ya destpêkê heya dîroka 22 Tîrmehê em bi hevre man. Em salekê bi hevre man. Li hemû ciya em bi hevre man. Jiyana me ya gerîlatiyê ya yekem me bi hevre jiyan kir. Ji bo wê jî sala destpêkê zehmetiyên wê çêbû, lê rojên wê yên nayên ji bîr kirin jî gelek zêde bû. Dema em nû dihatin çiya, cilên sivil li ser me bûn. Milîs li pêşiya me diçûn. Ji ber sedemê meşa me ya yekemîn bû, me gelek zehmetî dikişand. Em gelek tîhn bibûn, lê av li cem me nîn bû. Me bi hevala Hebûn re, bi gotina stranan re wê rêya zehmet û hilkişandinên li pêşiya xwe bi dawî kir ku heya em gihiştin hevalan. Me etekên xwe kom kiribû ku em rehet bimeşin. Bi vê meşê me hemû westandina xwe ji bîr kir. Heman şevê em çûn terzîxanê.
Cara yekemîn me yê cilên gerîlla li xwe kiribana. Ev jî heyecanekê gelek cuda ji mere dida. Cilên leşkerî xeyalekî ji bo me li xwe kirin. Heya nîvê şevê cilên me amede kiribûn. Ji heyecanan re me nedikarî birazin. Hişyariyên hevalan yên ji bo me çêbûn jî, lê belê me bawer nedikir ku em gihiştine çiya û bûne gerîlla. Wexta ku bû roj me cilên xwe yên gerîlla li xwe kir û bi heskirinekê mezin me hevdu himêz kir. Hevala Hebûn jî got; ‘‘xwezî neynikekî mezin hebûya me li xwe binêriya ku em çawa bûne. Ew cil gelek li hevala Hebûn hatibûn. Çavên wê dibiriqîn. Hîn jî ew kenê wê û heyecana wê li pêş çavê min e. Keçeke gelek bedew bû. Em salekê bi hevre man.
Bi qasî me ji hevdu hesdikir, me bi hevre şer dikir jî. Hîn em di sala xwe ya yekemîn debûn jî, lê em ji hevdu xeyîdî bûn. Ji bo ku em dîsa li hev bikin, bi wê nûbûna xwe me li rêbazan digerî. Hevaltiyeke me ya gelek dilsoz bi hevre hebû bû ku di feraseta PKK ê de kûr bikin.
Em ti wext ji hevdu qut nebûn. Piştî sala me ya yekê hevala Hebûn çû qadekê cuda. Heya sala 2003 li gelek ciha me hevdu di dît. Heya hevala Hebûn şehîd ket, êdî min hevala Hebûn nedît. Demeke dirêj li sere derbazbû. Lê têkiliyên me qet ji hevdu qut nebû. Bi silav û not şandinê, em ji rewşên hevdu agahdar dibûn. Me sernivîs ji hevre dişand, rojnivîsên biçûk me bi xwe ji hevre amede dikir û dişand.
Şehîdbûn nayê wê wateyê tu tine bûye, tu winda bûye. Bi fizikî qut bûye. Ne di vî wateyê deye. Hevala Hebûn wê biçûya çalakiyê notekê ji min re şandibû. Piştî şehîd ket bi çend mehan gihişte destê min, rojnivîsa wê hebû gihişt destê min. Min ji xwere got şahadet nayê wê wateyê tu qut dibe. Min ti rojê hîs nekir ku hevala Hebûn nîn e. Ev hestekî gelek bi bandor e.
Hevaltî van hestan gelek ava dike. Ez a niha li ser diaxivim jî, lê ez hîs dikim ku li gel min e, li Dêrsim ê ye, li Erzurumê digere. Li Amedê, Zagrosê şer dike, dimeşe, westiyayî ye, çay vedixwe û dikene. Hebûn bi vî rengî tê bîra min. Di dil de hîs kirin û jiyana kirina wê li cem min gelek cuda ye.
Dema em dihatin li gel hev, em berovajiyê hev bûn. Ez esmer bûm, ew zer bû. Min qelebalixê dinava holê de dikir, deng derdiket û tevger çêdibû. Hevala Hebûn jî bêdeng bû û olgunbûnekê wê hebû. Lê ken, coş û moralekê wê ya gelek bilind hebû. Xwedî sekneke balkêş bû. Bala mirovan hertimî dikişand li ser xwe. Sekna wê ya dinava jiyanê de diyarker bû. Li ser esasê rengê xwe û baweriya xwe ava kiribû. Dema ku nu dikete holê jî bala hemû hevalan dikişand.
Rûyê wê gelek paqij bû, safbûnekî wê ya xweşik hebû. Mirov wê nas nekiriba jî, di rûyê wê yê paqij de nas dikir. Bi taybetî jî kenê wê nedihate ji bîr kirin, di bîra mirovan de dima. Ji ber ku ji hemû qirêjiyan dûr bû. Li her kesê ken xweşik e, lê ya hevala Hebûn weke taybetmendiyekî di kesayetê wê de hatibû rûniştkandin.
Wexta em ji hevdu qut bûn, min pêşketinên wê dişopand. Her kes jê hes dikir. Hes kirina hemû hevalan di dilê xwe de dabû rûniştkandin. Hemû hevalên ku pêre mane bi vî rengî qal dikirin. Dema ku min rojnivîsa wê xwend, lêpirsînekê gelek kûr di kesayeta xwe û yê derdor de dida çêkirin. Pêşketinekî gelek meizn di kesayetê xwe de dabû çêkirin. Bi ruxmê wê jî sekna xwe kêm didît. Li himberî rastiya Serokatî û rêxistinê, di nava lêpirsînê debû û bi ser hemû kêmaniyên xwe de diçû. Tekoşîneke wê ya gelek dijwsar çêbû. Vê tekoşîna xwe ya dijwar şewqdanê li ser rojnivîsa xwe dikir.
Di rojnivîsa xwe digot; ‘ez her şev diçim li pêşiya wêneyên Serokatî, wê rojê min çi kiriye hemû ji Serokatî re dibêjim.’ Tiştên baş û yên nebaş hemû dibêje. L himberî tiştên nebaş rexnedayîna xwe dide. Ji bo dubare neke di nava tekoşînê deye. Diyalektîkekê bi vî rengî di xwe de dabû ava kirin. Bi vî rengî bi ser wezîfeyên xwe de diçû. Mirov bixwaze di pir aliyan de dikare pêşketinên mezin di kesayeta xwe de bide ava kirin. Evan taybetmendiyan hêla ji bo armancê xwe dudilî jiyan neke.
Dema ku not ji min re dişand, her timî min vedixwend qadên tekoşînê yên germ. Lê derfetê min yê dîtinê çênebû.
Ew çû Botanê, ez jî çûm Zagrosê. Berê biçe not, rojnivîs û wêneyên xwe ji min re şandibû. Ev pêvajo şerekî gelek dijwar dixwest. Rêxistinê mîsyonekî stratejîk dida wan her du qadan. Ev di warê manewî de ji bo min lêhûrbûnekî da ava kirin. Di warê din de jî gelek keyfxweş bûm. Ji ber ku wê ev ji bo me gavekî mezin bibûna. Heya ku hevala Hebûn şehîd ket ez li Zagrosê bûm. Min şahadetê wê li wê qadê bihîst.
Em bixwazin û nexwazin jî bi mîsogerî şahadet êş dide. Lê dema ku pêvajo derbaz dibe, mirov wate didiyê, mirov dikeve wê ferqê hevaltî ne tenê mayîna li gel hev e, ne li gel hevdu jiyan kirine. Dema di vê astê de wate tê dayîn, ji şahadetê re jî tê dayîn. Barê mirovan giran dibe, ji ber ku xwedî derketina li wan hevalan û keda wan hevalan barekê girane. Lê di aliyekê din de jî hîs dike ku tenê fizikî li gel hevmayîn, ne tenê pave kirine, ne tenê hevaltiye, ne tenê hes kirine. Ji bo wê jî xwedî li derketina hevalan erkekî di destpêkê de dikeve li ser milê me ye.
Ji bo hevala Hebûn mirov dikare gelek tiştan bêje. Lê wê anîna ziman gelek zehmet e. Mirov carna dibêje, gotinên zindî û bihêz hebana ku mirov ji bo wê bi aniya li ser ziman. Lê, mixabvin ev hêz û ev gotinên me hene.
Wexta ku em nû tevlîbûn, me got em her yek paşnavekî ji xwe re bibînin. Min got bila yê min Ezgî be. Wê got, çima Ezgî? Min ji wê hevala xwe gelek hes dikir. Di dibistanê de hevaltiya me destpê kiribû. Min jî dixwest ew heval bihata lê derfetên me çênebû. Ew nehat. Lê, min got ez navê wê bigirim gel xwe, weke ku ew jî li gel min e. Weke ku bi min re jiyan dike. Hevala Hebûn jî paşnavekî ji xwe re dît û got, bila yê min jî Çağlar be. Çağlar jî navê birayê wê yê biçûk e. Heskirina wê ya ji malbatê re gelek zêde bû. Mîrasekî gelek mezin ji malbata xwe re hêla. Malbat xwedî li cenaze derketibû. Em bi vê gelek keyfxweş bûn.
Wesîyetekî wê hebû, ev jî di dilê min de ma. Di rojnivîsa xwe de nivîsîbû ku porê min vekin û bi vî rengî min veşêrin. Gelek ji porê xwe û keziyên xwe hes dikir. Dil nedihêla ku porê xwe jêbike. Digot, ez şehîd bikevim jî divê porê min dirêj be. Ji ber ku Serokatî jî, ji hevalên kezî dirêj gelek hes dikir. Piştî vê gotina Serokatî porê xwe nema qut kir. Gotibû, porê min şe bikin û vekin, bi wî rengî min veşêrin. Lê di dilê xwe de em xeyal dikin ku bi wî rengî hatiye veşartin. Lê, di hişê min de porê wê vekiriye, di van çiyan de dimeşe, li min guhdar dike. Heya niha xeyal dikim ku li kêla min runiştiye, dikene û dibêje, tu çiqasî zêde liser min diaxivî. Aliyê wê yê henekî jî gelek zêde ye.
Fizîkî qutbûn û şahadet wateya wê cudaye. Mirov nikare bêje, em winda bûn û piştî şahadetê ez diçim. Bîranîn û sekna ku hatiye girtin, di vê holê de dimîne. Lêhûrbûnên ku çêkiriye di her demî de tê jiyan kirin. Mîrasekî wê yê bi vî rengî li gel min maye. Hevalên ku bi hevala Hebûn re jiyan kiriye, ji bîr nakin. Çay vexawarin, ji keda wê, ji kenê wê, ji gotina wê ya rojbaş bigire, di mejî û dilê hemû hevalan de maye. Ji bo gerîlla û şoreşgerekî nirxê herî mezin van taybetmendiyan dayîna ava kirine. Hevala Hebûn vê bi serxist. Tekoşînekî gelek bi hêz li himberî xwe da meşandin. Ji bo gerîllayekî PKK diyalektîkekî bi vî rengî pêwîst dike. Hemû kêliyên jiyana wê serkeftî bû.