ENQERE – Di Meşa Şoreşê ya Şahiya Biharê ya Navnetewî ya ODTU ya 33’yan de, xwendekaran bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û pankarta li ser “Berxwedan jiyan e, deng bide Leyla Guven” nivîsandî hilgirtin.
Di Şahiya Biharê ya Navnetewî ya Zanîngeha Teknîk a Ortadogûyê (ODTU) ya 33’yan de Meşa Şoreşê ya 27’an pêk hat. Xwendekarên ODTU’yê ku li ber Beşa Fizîkê li hev kom bûn, daxuyaniyek dan û piştî daxuyaniyê ber bi Stadyûma Devrîmê ve meşiyan.
Di meşê de xwendekaran ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, pankarta li ser “Berxwedan jiyan e, deng bidin Leyla Guven” nivîsandî hilgirtin.