NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsan êrîşî çalakiya bêîtihatiya sivîl a ji roja Çarşemê û vir ve li avahiya Rêxistina Efûyê ya Londonê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevê de bûn kirin. Polîsên Îngilîz ên 20 kesên di avahiyê de destgîrkirin. Polîsan bi muaxeleyek hişk a ji ya polîsên Tirk ne cuda êrîş bire ser çalakvanên Kurd.
Çalakiya protestoyê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) û Meclîsa Gelê Kurd a hevpar hatibû lidarxistin, roja Çarşemê ya komekê bi ketina avahiya Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê ve destpêkiribû. Ti encamek ji hevdîtinên bi rayedarên Rêxistina Efûyê derneketibû û pêkanînên dermirovî li ser çalakvanan dihate kirin.
Çalakvanên di hundirê avahiyê de hatin destgîkirin û polîsan êrîşî çalakvanên derve jî kirin. Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ên 44 roj in di greva birçîbûnê de bûn jî polîsan êrîşî wan jî kirin. Nahîde Zengîn a rewşa wê giran bûbû û rakiribû nexweşxaneyê tedawî nepejirandibû û vegerabû navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çalakiya xwe domandibû.
Polîsan kesên destgîrkiribûn di serî de birin stasyonên Barnet û stasyonên cuda yên Londonê.
RÊXISTINA EFÛ Û POLÎSÊN ÎNGILÎZ HATIN ŞERMEZARKIRIN
Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya bi daxuyaniyekê helwesTa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar kir û got: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li cihekî ku erka xwe bi cih bîne, êrîşekî dij mirovahiyê birine ser çalakiya ku bêdengiya wan şermezar bike û erka wan bibîra wan bixE.
3 roj bûn Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tecrîd li ser çalakvanan dikir. Rê nedihate dayîn çalakvan destşok û tawletên hundirê avahiyê bikar bîne û çalakvanên derdiketin derveyî avahiyê rênedida bikevin avahiyê. Daxwazek hebû ku Rêxistina Efûyê bi eka xwe rabe û li ser tecrîda Ocalan daxuyaniyek bide. Rêxistina Efûyê li şûna guh bide vê, zext li çalakvanan kiriye û vê sibehê jî polîs ketine avahiyê û êrîşî çalakvanan kirine. Em Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê vê nêzîkatiya dermirovî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar dikin. Ev helwest deqeke reş li rûyê Rêxistina Efûyê dide û dide nîşandan ku ne li gel mezlûm li gel zaliman cih digire ye.
Em mudaxeleya polîsên Îngilîz a ne ji ya polîsên Tirk cuda şermezar dikin. Bi êrîşkirina çalakvanên 44 roj in di greva bê dawî û bêdorveger de bêexlaqiya herî mezin e.”