MÊRDÎN – Li taxa Stilîtê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdnê duh şev saet derdorî 23:00’an ciwanê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya (25) li ber derê mala xwe di encama êrîşeke bi çek a ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.
Piştî êrîşê kes an kesên nenas ji cihê bûyerê reviyan.
Ji bo otopsiyê cenazeyê Kaya rakirina Morga Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di encama otopsiya hate kirin de hate tesbîtkirin ku 22 gule li bedena Kaya ketine.