NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Misircê ya Sêrtê îro û duh di serdegirtinên malan de 6 kes hatibûn destgîrkirin. Hakan Selam, Ramazan Olam û Alî Ogûz ê ku hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya wan a li emniyetê, sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin.
Bi hinceta ku cezayê teqez ê van kesan heye, ev kes hatin girtin.
3 kesên din ên ku hatibûn girtin jî, hê jî li Gerînendetiya Emniyetê ya Sêrtê ne.