REQAA – Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca agadarkirina ciwanan li ser rewşa dawî ya siyasî civînek ji ciwanên Reqa û gundewarên wê re lidar xist. Civîn li navenda partiyê ya Reqayê pêk hat. Di civînê de nîqaş di derbarê pêşketinên siyasî yên dawîn li ser asta giştî Sûriyê û bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat kirin.
Bi dehan ciwanên Reqayê, Sekretera Giştî ya partiyê Hevrîn Xelef û endamên partiyê amade bûn. Her wiha 4 endam ji bo dîwana birêveberinê hatin hilbijartin.
Di destpêkê de Sekretera Giştî ya partiyê Hevrîn Xelef li ser erka ku li ser milê gelê Sûriyê wiha axivî: “Divê gelê Sûriyê li dijî hewildanên fitneyan di navbera etnîkan de, yekgirî be. Ji ber etnîk nûnertiya mûzayîkbûnê dike. Lê dema bibin yek û hev dû bipejirînin li ser bingeha fikira ku ber bi rûmeta Sûriyê ve diçe, hebûna wê diparêze û azadiya wê pêk tîne wê demê dikarin bêjin ku gelê Sûriyê bûye yek.”
Hevrîn Xelef îşaret pê kir ku girîngiya avakirina destûra nû ya ji hemû sûriyan re guncaw û wiha got : “Divê destûrek nû ji Sûriyê re bê avakirin. Ne ku tenê bendek jê bê guhartin, lê divê destûrek nû û guncaw û parastina hemû pêkhate û etnîkan dike, bê avakirin.”
Civîn bi nêrîngirtina ciwanan û pêşniyarên wan bi dawî bû. Her wiha nîqaş derbarê rewşên ku herêm tê re derbas bûye hate kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Reqayê di vê dema dawîn de rastî teqînê hat ku armanc jê tevliheviya ewlehî û aramiya bajêr bû.